Tuesday, May 6, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Daxwiyanî

Daxwiyaniya Dûmahî ya Civînên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di Xola 67an de

July 21, 2023
in Daxwiyanî
Reading Time: 6 mins read
A A

Daxwiyaniyeke Rojnamevanî

Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civatên xwe yên xola 67an di 21ê tîrmehê de li Stenbolê li dar xistin, û rûniştin bi rawestana kêliyekê ji bo rêzgirtin û xwendina fatîhayê li ser giyanê qurbaniyên ku di encama binavbûna keştiya penaxwazan de li nêzîkî Yonanistanê jiyana xwe ji dest dane, û ji bo giyanê pakrewanên şoreşa Sûriyê dest pê kir, piştre Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit kurteşiroveyek siyasî li ser tiştên ku bi dosyaya Sûriyê ve girêdayî pêşkêş kir, û kopiyek ji raporên kar ên herdû heyvên bûrî û civîn û pêwendiyên ku derbarê mijara Sûriyê û çareserkirina nexwaşan û doza penaberan û raporên Serokatiyê û Cîgir û Emîndariya Giştî, danî ber destê amadebûyan.

Desteya Giştî pêşketinên siyasî û bandora guhertinên navdewletî li ser şoreşa Sûriyê û awayên danûstandina pêre û dozên bingehîn ên girêdayî gelê Sûriyê li welatên penaberiyê û deverên rizgarkirî gotûbêj kirin.

Serokê Hevbendiyê li pêşberî endamên Desteya Giştî li ser kar û çalakiyên siyasî yên ku bi serpereştiya wî û hevdîtinên navdewletî yên ku bi Şanderên Navdewletî re li dar xistine,  axivî, û kurteyek li ser ger û hevdîtinên xwe pêşkêş kir,  û amaje bi neguherîna helwêstên hevpeymanan di piştgirîkirina gelê Sûriyê de heta bigihêje daxwazên xwe, û redkirina berdewamiya asayîkirina têkliyan bi rijêmê re û nûavakirinê kir.

Paşê Cîgirên Serok û Emîndarê Giştî şiroveyên xwe pêşkêş kirine û têde raporên karûbarên du heyvên bûrî, berçav kirin, û Desteya Giştî raporên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Yekîneya Hevrêzkarên Piştevaniyê û raporên Rêvebirî, Ofîs û Nûnergehan nirxandin, û li şiroveyên Desteya Danûstandinê ya Sûrî û Komîteya Destûrî û Sendoqa Qerzdanê guhdarî kir.

Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî girîngtirîn pêşketinên piroseya siyasî û civînên ku Desteyê di heyama bûrî de li gel nûnerên navdewletî yên têkildarî dosya Sûriyê li dar xistibûn, berçav kirin, û diyar kir ku daxwazên Desteya Danûstandinê giringî dane hewlên navdewletî yên  bêhtir da ku rewşê bighînin veguhastina siyasî li gorî biryarên navnetewî.

Û civîngeran rewşa siyasî û pêşhatên navdewletî yên girêdayî dosya Sûriyê û gavên nêzîkbûnê ji aliyê hin dewletan ve ber bi rijêma Esed de û bandor û karvedanên wê li ser çareseriya siyasî gotûbêj kirin.

Û amadebûyan hişyarî dan ku rijêma Esed ji destpêka şoreşa Sûriyê ve her pêngaveke têkildarî pêvajoya siyasî asteng dike, ji ber ku hemû destpêşxeriyên têkildarî dosyaya Sûriyê paşguh kirin, û hîn jî bi awayekî himbiz di çêkirin û hinartina keresteyên hişbir de bi hevkariya milîsên Îranî bo dewletên cîran û dewletên Ereb û yên Ewropî berdewam e, her wiha rêbaza leşkerî ya hovane di danûstandina bi sûriyan re ranewestandiye.

Û civîngeran hewlên Amerîka bo derxistina yasayekê ji bo rêgirtina li pêşiya asayîkirina têkliyan bi rijêma Esed re, û berfirehkirina yasaya Qeyser û ku danpêdanê bi çi hikûmeteke bi serokatiya tawankarê cengê Beşar Esed be mekin, gengeşe kirin, û bal kişandin ser giringiya pesendkirina biryarê da ku di zûtirîn dem de bikeve warê cîbicîkirinê de.

Û amadebûyan xweşhaliya xwe bi biryara Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî ya ji bo avakirina dezgeheke serbixwe ya taybet bi windabûyan li Sûriyê ji bo eşkerekirina çarenivîsa wan anî ziman, û tekez kirin ku dosya girtiyên Sûrî dosyayeke di ser danûstandinê re ye, û divê civaka navdewletî bi awayekî rasteqîn hewl bide ku wan derxîne, û wan ji hovîtî û tawankariyên rijêma Esed rizgar bike, nemaze ku zîndanên rijêmê bi qesabxaneyên mirovan hatine naskirin, ji ber tundiya binpêkirin û îşkenceyê di hundirên wan de.

Û Civîngeran bal kişandin ser giringiya doza hevbeş a Holenda û Keneda ya li dijî rijêma Esed di Dadgeha Navdewletî ya Dadweriyê de, bi gunehbarkirina pêkanîna tawanên îşkencekirinê dermafê Sûriyan û bikaranîna çekên kîmawî û girtin û binpêkirinên mezin dijî mafên mirovan, û piştgiriya xwe ji hemû hewlên navdewletî yên kartêker ên têkildarî dosya dadpirsîna rijêma Esed li ser bihezaran tawanên cengê yên ku dermafê bêgunehan li Sûriyê pêk anîne.

Û Endamên Desteya Giştî rewşa mirovî li Sûriyê gotûbêj kir, di dema rewşa aloz a ku deverên rizgarkirî têde dijîn, piştî VETOyê Rusya kujer yê ku bi milyonan Sûrî ji wergirtina alîkariyên mirovî yên pêwîst bêpar kirin, û daxwaza dabînkirina pêdviyên sûriyan û standina rêşûnên pêwîst û lezgîn bo lipaşhiştina VETOyê Rusya û dîtina rêyeke domdar bo gihandina alîkariyên mirovî kirin.

Û kesên amade li ser pêwîstiya bersivdana navdewletî bo nexweşên penceşêrê li deverên rizgarkirî rawestiyan, nemaze ku deverên rizgarkirî li Sûriyê rastî kêşeyên mezin di sektora tenduristiyê de tên, ji ber berdewamiya rêbaza tawankarî ya rijêma Esed û hevalbendên wê û ji ber sedema erdhejê, ji ber ku nexweşxaneyên heyî nikarin nexweşên penceşêrê û gelek rewşên nexweşên dil û yên din derman bikin, û bang li Netewên Yekbûyî û dewletên dost û yên bexşînkar kirin ku ji aliyekî ve liveke lezgîn bo dermankirina nexweşan bi awayekî zû bikin, û ji aliyê dî ve ji bo ku navendeke dermankirinê li bakurê Sûrî damezrînin.

Û civîngeran behsa rewşa meydanî li Sûriyê kirin, bi taybetî pêşketinên li parêzgeha Deraa û binpêkirinên nû yên li bajarê Tefasê pêk tên bi riya bombebaranê û hewldanên girtina ser bajêr, her wiha berdewamiya tawanên rijêma Esed û hevalbendên wê dermafê Sûriyên li deverên rizgarkirî, û têde balafirên Rusya komkujiyek hovane li Cisir Elşixûr bi armanckirina bazareke gelêrî pêk anîn, û bi bidehan binpêkirinên di rêya bombebarana topxaneyan re kirin.

Û civîngeran rewşa penaberên Sûrî û kêşeyên ku li dewletên penaberiyê rûbirûyî wan dibin, gotûbêj kirin, û tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtina yasayên navdewletî yên ku mafê penaberan garantî dikin kirin, bi taybetî mafê venegerandin û dersînornekirinê, û rêbaza Yonanîstanê ya li hember penaberan, ya ku bû sedema noqbûna mirovên bêguneh tevî zarok û jinan şermezar kirin.

Û Endamên Desteya Giştî tekez kirin ku takeçareya dikare Sûriyan Rizgar bike ew e ku ji rijêma Esed Rizgar bibin, û veguhestineke siyasî li gorî biryara 2254 pêk were, û dadgehkirin û dadpirsînên derbarê tawanên cengê li Sûriyê kartêker bibin, ji ber ku çi pêşketin li gel hebûna rijêma Esed xizmeta sûriyan nake.

Dilovanî bo pakrewanan re,

Saxlemî bo birîndaran,

Azadî bo girtiyan,

Serkeftin ji şoreşa sûrî ya gewre re.

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî

Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan

21 tîrmeh 2023

Share1TweetSend

Related Posts

Daxwiyanî

Derbarê peymana agirbesta li Xezzeyê

January 16, 2025
Daxwiyanî

Derbarê hevdîtina serkirdayetiya Hevbendiya Niştimanî bi serkirdayetiya rêveberiya nû ya Sûriyê re

January 12, 2025
Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê dide bi koçadawîkirina Şêx Sariya El-Rifaî

January 6, 2025
Next Post
Desteya Siyasî Rapora Karê Xwe li Pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Xola 67an Pêşkêş Dike

Desteya Siyasî Rapora Karê Xwe li Pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Xola 67an Pêşkêş Dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.