Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di “Roja Navdewletî ya Parastina Perwerdeyê ji Êrîşan”de, tekez dike ku proseya xwendinê li Sûriyê ta asteke ku ev yekem car dighêjê paş ketiye, ji ber tawankariya rijêma Esed û hevalbendên wê, ya ku bandor li navend û jêrxanên welat kiriye, û bûye sedema wêrankirin û gihandina ziyanê bi hezarên dibistanan li Sûriyê ji sala 2011an de, û amar balê dikşînin ser ku ziyan bi awayekî beşekî yan bi temamî gihaye zêdetir ji 40% ji tevaya dibistanên Sûriyê ji ber êrîşên rijêma Esed û hevalbendên wê, û ew êrîş bûn sedema şehîdbûna hejmareke mezin ji xwendekar û karmendên warê perwerdeyê, û hişt ku sêyek ji zarokên Sûrî ji xwendinê dûr bimînin.
Siyaseta erda şewitî ya ku rijêma Esed bi piştevaniya Rusya û Îranê bi kar tanî, bû sedema xirabkirina rewşa Sûriyan û wêrankirina paşeroja wan, û ji bilî ku bombebarankirina wê ya miştûmir, ya ku bibû sedema wêrankirina hin bajaran bi tevahî, bi awayekî bimebest dibistan bi bermîlên teqîner û mûşekên valahiyê armanc kirin, da ku hemû şêweyên jiyana sivîl bikujin, û beşdariyê di cenga li dijî perwerdeyê li Sûriyê û belavkirina nezaniyê di civakê de bikin.
Tevî ku pêkanîna êrîşan li ser dibistanan binpêkirineke eşkere ye ji yasayên navdewletî re, lê rijêma Esed û hevalbendên wê hîn binpêkirinên xwe heta îro pêk tînin, bêyî ku rêgiriyên navdewletî hebin, an tawankar bên cezakirin, yan jî ti hewldanek ji bo dadpirsîna wan hebe, û li gorî Berevaniya Sivîl di vê salê de 500 êrîş li ser cihên niştecihbûnê, avahî, dibistan û zeviyên çandiniyê hatin kirin, û di van êrîşan de 51 kes hat kuştin, 8 zarok û 5 jin di nav wan de hebûn, û 208 kes jî birîndar bûn, 70 zarok û 29 jin di nav wan de hebûn.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bang li civaka navdewletî, rêxistinên Netewên Yekbûyî û dewletên bexşkar dike ku piştgiriyeke kartêker ji sektora xwendinê re li deverên rizgarkirî pêşkêş bikin, ji bo çareserkirina tiştê ku rijêma Esed bi rêya terora xwe wêran kiriye, û bang li Encûmena Ewlekariyê û dewletên xwedî bandor kir ku piştgiriyek rasteqîn ji bo pêkanîna veguheztineke siyasî ya berfereh li Sûriyê bikin, û tiştê ku ji welêt maye rizgar bikin, û sûriyan bihêz bikin da ku welêt berve qonaxeke piştî Esed veguhêzin, û dewleta xwe ya azad û demoqrat ava bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
09 îlon 2023