Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, komkujiya Îsraîlê ya li dijî xwepêşenderên filistînê şermezar dike, ya bûyî encamê kuştin û birîndar bûne bi dehan ku piraniya wan jin û zarok in.
Hevbendî careke din biryara Serokê Amerîka ya li ser destnîşankirina Qudisê wek paytexta Îsraîlê û veguhestina balyozxaneya Amerîkî lê ji kok de red dike, û dide zanîn ku ev yek biryarên navdewletî û nemaze biryara konseya ewlekariyê 478 ya sala 1980’an binpê dike, ya hatibû li ser şermezarkirina her hewlekê bo xistina Qudisê li ser qada Îsraîlê.
Hevbendî di heman dem de, siyaset û binpêkirinên hikumeta Îsraîlê yên derheqa peristgehên pîroz yên misliman û xirstiyanan de şermezar dike, û cext dike ku hemû kiryarên tepeseriyê û zibruzengê û tawankariyê nikare dagîrkariyê rewa bike.
Miletê Sûriyê wê berdewam bimîne li kêlek mafên rewa yên gelê Filistînê li ser qada xwe ya dîrokî û mafê avakirina dewleta xwe ya serbixwe û paytexta wê Qudisa erabên filistînê, û çi aliyekê mafê serweriyê li ser nîne, û nêzîk miletê filistînê wê hemû mafên xwe dabîn bike, û hîç aştiyek û çareseriyek ya dadperwer û tevayî jibo îmenahiya navçeyê bê girtina fayilê tundutîjiyê peyda nabe.
Tekoşîna Sûrî û Filistîniyan ji bo rûmet û azadiyê di yek çeperî de ye, herwiha xuragiriya xelkê filistînê bi dirêjahiya çendên salan bûye mînakek bo miletan û nîşana sebr û xweragiriyê.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
15 gulan 2018