Daxuyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekeziyê li ser giringiya helwesta Emerîkî ya dawiyê derheqê Îranê û cîbicîkirina hemû bendên pilana ko wezîrê derve yê Emerîkî Mike Pompeo ragehandiye dike, ko amanc jê derkirina milîtanên Îranê ji Sûriyê û rawestandina piştgiriya Îranê ji tiroristiyê re, û bidawîkirina têwerdana wê di herêmê de ye, her weha sizakirina rêjîma Îranê li ser binpêkirinên wê ji mafên mirovan re li hindirê Îranê û zordariya wê ya berdewam dijî miletê Îranê bi hemû pêkhatiyên wî ve.
Hevbendî daxwazê ji hemû dewletan dike ko helwest û pêrabûnên wek vê bikin, û tekez dike ko giring e xelatên razîkirinê nedin Îranê beraber tiroristiya ko pêk tîne, û pabendî bi tiştê ko pirojeyê wê li herêmê têk bide bikin, tako ev bobelata dîrokî ji dîroka Îranê bête rakirin.
Gerek e pilana nû rêkê li ber şaşitiyê birêveberiyên berê bigire û dest bi diristkirina wan bike, da beraberiya siyasetên Îranê yên ko li ser bingeha dijminkariya miletên herêmê hatine bike, ko herdem dixwaze bêserûberiyê peyda bike, û tundûtûjî û tiroristiyê dike, û çavdêriya cîbicîkirina qirkirina regezî dike, bo xizmeta pirojeyê wê yê mezhebperestî û tawankarî.
Hevbendî her peymana ko li ser hesabê xwîna miletên herêmê be red dike, û di bîrê tîne ko wê di gelek boneyan de hişyarî ji metirsiya Îranî daye, û daxwaz kiriye ko pêngavin bo beraberiya wê bêne avêtin, ji wan jî xistina rêkxistina Pasdarên Şoreşger yên Îranî û milîtanên mezhebperest yên bi Îranê ve giorêdayî ne di lîsteya tiroristiyê de, û biryareke navdewletî der bikin ko dagîrkirina Îranê ji Sûriyê re pirotesto bike, û berdana wê ji Sûriyê dabîn bike, hem jî dosya binpêkirinên wê ber bi dozdarê giştî yê dadgeha tawankariyên navdewletî bête şandin.
Pilana Emerîkî ji encama kirdeyên Îranê û rola wê ya qeyrankirina hemû dosyayan hat, ku çi hewildanên gihiştina çareseriyên siyasî asteng dike û keleman li ber datîne .
Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha ragehandinê
22.05.2018