Sunday, June 1, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Serokatiyê

El-Behra: Pirsgirêka girtiyan kêşeyeke niştimanî ya hemû Sûriyan e

June 21, 2024
in Nûçeyên Serokatiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
El-Behra: Pirsgirêka girtiyan kêşeyeke niştimanî ya hemû Sûriyan e

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, di destpêka konferansa derbarê girtî, winda û qurbaniyên eşkencekirinê di girtîgehên rêjîma Esed de ya ku li hola zanîngeha Gazîentabê ya li bajarê Efrînê hat lidarxistin, di gotarekê ku rêzdar Ese’ed Elêto li şûna wî pêşkêş kir de, tekez kir ku pirsa girtî û wendayan pirsa tevaya gelê sûrîyê ye û ew pirseke niştimanî ye ne girêdayî malbatek, herêmek, an aliyekî ramangîrî an siyasî ye, lê ew pirsa her Sûrîyekî ku baweriyê bi dadmendî, azadî û rûmeta mirovî tîne .

El-Behra diyar kir ku tawankariya rêjîma Esed hişt ku her kesê ku ji zilm û neheqiya wê re bêje “na”, bigire û wenda bike.

Wî anî ziman ku rejîmê zindan û navendên binçavkirinê bi kesên azadîxwaz tije kirin, û xirabtirîn cureyên eşkencekirinê li dijî wan pêk anîn, heta wê astê ku rêxistinên navdewletî girtîgehên rijêmê weke “qesabxaneyên mirovan” bi nav kirine.

El-Behra tekez kir ku rêjîma Esed xwedî dîrokeke kevnar a girtin, tepeserkirina, binpêkirin û tawanan li dijî çalakvanên siyasî û mafên mirovan û çalakvanên rêxistinên civaka sivîl e, û bal kişand ku girtina siyasî ne bi destpêkirina şoreşê di sala 2011an de pêk hat, lê belê ji dema ku rejîma Esed  dest danî ser desthilatê li Sûriyê ji berî nîv çerxê de dest pê kir.

El-Behra diyar kir ku rejîmê windakirina bi zorê weke çekeke sereke di şerê xwe yê dijî gelê Sûriyê de bikar anî, û ew beşek ji rêbazeke wê ya tekûz e li ser bingeha terorîzm, kuştin û windakirina di zindan û girtîgehan de, ji bo dûrxistina xelkê Sûriyê ji axaftina li ser kar û barên welat ên hundirîn û derve.

El-Behra di axaftina xwe de bal kişand ser ku komkujiya Çemê Qewîqê, wêneyên Qeyser û Taxa Tedamun a Şamê, belgeyên rastî ne li ser hovîtiya bêsînor a dijî girtiyan tê pêkanîn.

El-Behra bal kişand ser wê yekê ku tişta trajediya girtiyan zêdetir kir ew bû, têkçûna civaka navdewletî û tinebûna asta herî nizim a piştgiriyê ji doza wan re, ji bo naskirina çarenivîsa kesên bi zorê di zindanên rêjîma Esed de winda bûne, her weha berdewamiya nekarîna azadkirina wan an zanîna çarenivîsa wan, tevî ragihandina Netewên Yekgirtî di Hezîrana sala borî de ku wê saziyek serbixwe damezrandiye ji bo eşkerekirina çarenivîsa kesên winda li Sûriyê.

El-Behra xebatên bêwestan ên hêzên şoreşger û saziyên wan ên ji bo azadkirina girtiyan, eşkerekirina çarenûsa windayên bi darê zorê û daxwaza şandina komîteyên navneteweyî ber bi girtîgehan ku bi salan beredewam in lê bi ser neketin, ji ber ne cidîbûna civaka navdewletî di avakirina mekanîzmayên bibandor ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî ji bo rizgarkirina gelê Sûriyê bi giştî û girtiyan bi taybetî, bilind nirxandin.

El-Behra tekez kir ku daxwaza azadkirina girtiyan û kesên bi darê zorê di zindanên rêjîma Esed de winda bûne, daxwazeke herdemî û bingehîn e, nemaze ku hîn rêjîma Esed di girtin û revandinê de wek amrazekê ji bo tepeserkirin û sînordarkirina azadiya ramanê berdewam e.

El-Behra tekezî li ser giringiya pirsa girtiyan di hemû hevdîtinên ku Hevbendiya Niştimanî bi berpirs û şandên welatên cîhanê re li dar dixe kir, ku têde behsa asta derdeserî û azarên malbatên girtiyan û kesên bi zorê hatine windakirin û hemû sûrîyan û şermezarkirina wan ji nekarîna civaka navdewletî re jiber beşdarnebûna wan bi awayekî erênî û rastîn di kêşeya girtiyan de dike.

El-Behra dupat kir ku dosyaya girtiyên Sûrî dosyayeke mirovî û yasayî ya di ser danûstandinê re ye, û bikaranîna rêjîma Esed jê re weke kartekê ji bo keysbaziya siyasî û bidestxistina destkeftiyan red kir , û daxwaza xurtkirina kar kir ji bo eşkerekirina çarenivîsa windayan û rizgarkirina wan, û pesnê hewldanên rêxistinên mafên mirovan ên sûrî û navdewletî ji bo pêkanîna dadweriyê bi rêya dadgehên niştimanî li welatên Yekîtiya Ewropî da.

El-Behra her wiha tekez kir ku qurbanîdan û êşên mezin ên ku girtî rastî wan tên, barê berpirsyariyê zêde dike, û daxwazê ji her kesî dike ku hemû hêz û hewlên xwe bi kar bînin ji bo bigihêjin armanca qurbanî bo wê hatine dan, di dewletek azad de li ser bingeha dadmendî û demokrasîyê ku tê de mirov nirxdar be, rûmeta wî were parastin û mafên mirovan di bin serweriya qanûnê de li ser bingehên demokrasî, dadperwerî û rêzgirtina mafên mirovan dabîn bibin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Related Posts

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
Nûçeyên Serokatiyê

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

January 30, 2025
Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
Nûçeyên Serokatiyê

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

January 30, 2025
Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
Nûçeyên Serokatiyê

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

January 29, 2025
Next Post
Berekat: Kêşeya girtiyan di ser guftûgoyan re ye û Neteweyên Yekbûyî di çareserkirina wê de têk çû

Berekat: Kêşeya girtiyan di ser guftûgoyan re ye û Neteweyên Yekbûyî di çareserkirina wê de têk çû

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.