Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmecîd Berekat, tekez kir ko Hevbendiya Niştimanî her tiştî li ser asta navdewletî dike ji bo azadkirina hemû girtiyên di zindanên Esed de û eşkerekirina çarenivîsa kesên bi zorê winda bûne, û pesnê çalakiyên sivîl ên di vî warî de ji aliyê sazî, çalakvan û malbatên girtiyan ve tên organîzekirin da.
Berekat di daxuyaniyeke rojnamevanî de hevdem ligel destpêkirina Hefteya Girtiyan, tekez kir ku girtin û îşkencekirina hovane heta mirinê, şêwazeke ku rêjîma Esed ji roja yekem a şoreşa Sûriyê ve bikar aniye, ji bo tirsandina sivîlan û nehiştina tevlîbûna şoreşê, ji ber ku ew nas dike ku binçavkirin û windakirin çi zirarên mezin dighînin mirovan û malbatên wan.
Berekat bal kişand ser wê yekê ku dosyaya girtiyan dosyayeke mirovî ya di ser danûstandinê re ye, û rexne li karê Netewên Yekgirtî girt ji ber ku ket bin bandora keybaziya rêjîma Esed de û heta niha nekariye rêjîmê neçar bike ku girtiyan berde û operasyonên girtinê rawestîne ne jî çarenûsa windayan eşkere bike, li gorî raporên rolane yên rêxistinên mafên mirovan ên pispor di karûbarên girtiyan de.
Berekat bal kişand ser wê yekê ku daxwaza dadpirsîna rêjîma Esed li ser tawanên ku li dijî gelê Sûriyê pêk anîne, di nav de tawanên girtin û îşkencekirinê, wê raneweste û ew beşeke bingehîn e ji her çareseriyeke siyasî li gorî biryarên navdewletî yên taybet bi pirsgirêka Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî