Rêveberiya Tendirustî ya Heleba Azad a bi ser Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ve, diyar kir ku hejmara sûdmendên ji ambulans û sîstema hawarçûnê di meha gulana bûrî de gihîştiye 574 sûdmendan.
Rêvebiriyê di înfografîkekê de ku li ser malperên fermî yên Hikûmeta Demkî li ser Facebookê weşandine, nîşan dide ku hejmara sûdmendan li bajarê Babê gihîştiye 110 sûdmendan, her weha 142 sûdmend li Mari’ê, 231 sûdmend li Ezazê û 91 sûdmendên din li Jarabulusê.
Sîstema ambûlans û hawarçûnê karê xwe di heyva kanûna duwem a îsal 2024an de ji nû ve çalak kiribû, bi fînansekirina Sindoqa Qerzdayînê a Nûavakirina Sûriyê, da ku deverên gundewarê bakurê Helebê li xwe bigire, ji ber giringiya bihêzkirina xizmetguzariyên warê tenduristiyê di dema kêşeyên mirovî yên ku li deverê hene û baştirkirina asta guhdana tenduristî û peydakirina xizmetguzariyên bijîjkî yên bi bandor, ku şiyana tîmên bijîjkî ji bo serederiya bi bûyerên lezgîn û awarte re kartêker û bileztir bibe.
Sîstema ambûlans û hawarçûnê di Rêveberiya Tenduristî ya Heleba Azad de wekî amûreke girîng tê dîtin ji bo veguheztina nexweşên demdirêj bi awayekî rolane, ku ew kes bêhtir dikevin bin bandora şert û mercên hewayê yên dijwar de, û dibe alîkar ji bo parastina tenduristiya wan û pêşkêşkirina guhdana pêwîst di dema tê xwestin de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî