Sibe, pêncşemê, desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, dê civîna xwe ya asayî bi amadebûna nûnerên rêxistinin civaka sivîl ên Sûrî ên sektorên serweriya yasayê, rêveberî, aborî, perwerde, tenduristî û jêrxanê li dar bixe.
Ev civîn ji aliyê Girûpa Kar a Rêxistinên Civaka Sivîl ên Sûrî di Hevbendiya Niştimanî de tê organîzekirin, ji bo pêşkêşkirin û gotûbêjkirina encamên komxebata “Plana Hevbeş ya Niştimanî ji bo Pêşvebirina Bakurê Sûriyê – Hevtemamkirina Rolan” ku di heyva sibata borî de li bajarê Gazîentabê yê Tirkiyê li dar ketibû.
Hevrêzkara Koma Xebatê ya Rêxistinên Civaka Sivîl a Sûriyê, Nezîha Akdenîz, tekezî li ser giringiya şopandina encamên komxebata berê kir ji bo van encaman bikin planeke hevgirtî di navbera Hevbendiya Niştimanî û rêxistinên civaka sivîl yên ku li herêmên rizgarkirî kar dikin.
Û got ku ev yek dê hevkarî û hevahengiyê di karê sivîl de zêde bike, û bandoreke wê ya erênî ya berçav hebe li ser başkirina xizmetguzariyan û dabînkirina pêwîstiyên xelkê, nemaze ji ber kêmbûna berdewam di bûdceyên bernameyên mirovî û alîkariyên mirovî de bo Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî