Hevrêzkarê Girûpa Kar a Penaber û Derbideran di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Ehmed Bekûra, tekez kir ku rewşa mirovî li kampa Rukban a nêzîkî sînorê Urdinê ji sala 2014an ve dijwar e, ji ber xwezaya erdnîgariya herêmê û kiryarên Rêjîma Esed ên ji bo nehiştina gihiştina alîkariyên mirovî û pizîşkî bo xelkê kampê.
Bekûra di daxuyaniyeke rojnamevanî de amaje bi wê yekê kir ku rêjîma Esed tevaya awareyên kampê siza dike ji ber ku ew alîgirên şoreşa Sûriyê ne, ji bilî hewlên keysanîna ji wan ji bo bidestxistina pereyan û sepandina fişaran li ser civaka navdewletî di prosesa goftûgoyan de.
Bekûra anî ziman ku bangên navdewletî yên ji bo vekirina rê li pêşiya alîkariyên mirovî ji kampa El-Rukban re hîn bicî nehatine, ji ber nerazîbûna rejîmê û milîsên terorîst ên Îranî, û tekez kir ku ev tawaneke cengê ye û tevlî zincîra tawanên cengê yên rejîmê yên li dijî gelê Sûriyê dibin.
Bekûra matmayîna xwe li hember bangewaziyên ku behsa vegera penaberan dikin anî ziman, ji ber bûyerên piştrast dikin ku rêjîma Esed di siyaseta xwe ya xwîndar bi sivîl û koçberan re berdewam e, û nepêkanbûna peydakirina jîngeheke bêalî ya ewle diyar dike û nahêle vegereke rûmetdar a bi dilxwazî a penaberan, wek ku di biryara navdewletî 2254 de hatiye, pêk were.Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî