Encumena Niştîmanî ya Kurdî, milîsên PYDê yên terorîst berpirsyar dîtin di ber eşkerenekirina rastiyan derbarê bûyerên komkujiya Kobaniyê ya bi “Şeva Xedrê” tê binavkirin û bi sedan sivîl tê de hatin kuştin.
Di daxuyaniya Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî de hat ku 25ê hezîrana 2015an, berê sibê, grûpin terorîst ên çekdar tawaneke hovane ku bajarê Kobanî hejand pêk anîn, dema wan hovan bi awayekî bêserûber tawan bi riya kuştina xelkê li kolan û malan pêk anîn û bi sedan ji xelkê şehîd bûn, piraniya wan ji sivîlên bêguneh bûn.
Encûmenê tekez kir ku ev tawan weke tawaneke şer û tawaneke li dijî mirovatiyê tê dîtin, û ev yek piştî çend mehan ji rizgarkirina bajêr ji destê DAIŞê pêk hat.
Encûmenê da zanîn ku 9 sal di ser vê komkujiyê re derbas bûne, lê hûrgiliyên wê hîn nehatine naskirin û malbatên qurbaniyan li bendê ne ku bi lêkolîneke zelal pêk were û encamên wê bên eşkerekirin.
Her weha got ku her kes meraqdar e ku nas bike, gelo kê ev tawana hovane pêk anîye? Çawa ew hêz bi çekên xwe ve derbasî bajêr bû?
Encûmenê bi tundî ev tawan şermezar kir û milîsên PYDê yên terorîst di ber eşkerekirina rastiya wê de berpirsyar dîtin, ji ber ku wê demê bajar di bin kontrola wan de bû. Û tekez kir ku wê bandorên vê tawanê ji holê ranebin eger rastî neyê eşkerekirin, dadwerî pêk neyê û tawankar neyên sizadan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî