Daxuyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî pêşwaziyê dike li erêkirina dadweriya Fransî ji doznameya girtina tawankar Beşar Esed re ji ber pêkanîna wî ji tawanên dijî mirovatiyê re di êrîşên kîmawî yên kujer di sala 2013an de li Xûtaya Rojhilat li gundewarê Şamê, ku têde 1,144 kes şehîd ketin û nêzîkî şeş hezaran ketin rewşa xeniqînê.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku malbatên qurbaniyan bi erênî li van hewldanan dinerin û bilind dinirxînin, ji ber ku piştgiriya derûnî dide wan û fişarek e li ser rêjîma Esed û pêngavek e ber bi pêkanîna dadweriyê ji gelê Sûriyê re. Her weha Hevbendî bangê dide welatên cîhanê û rêkxistinên mafên mirovan ji bo avêtina pêngavên bi vî rengî ji bo pêkanîna hemû cureyên fişaran li ser rêjîma Esed û serîlêdana dadgeha tawanan a navdewletî da ku dadpirsîna derbarê bi sedan tawanên cengê û tawanên li dijî mirovatiyê yên ku ji aliyê rêjîma Esed ve û hevkarên wê ve hatine pêkanîn û bi nîşan û şahidan belgekirî ne aktîv bike.
Hevbendiya Niştimanî amaje bi wê yekê dike ku dadpirsîna berpirsên tawanên cengê û tawankariyên li dijî mirovatiyê û û kar û bizava ji bo wê yekê piştgirîyê dide cîbicîkirina çareseriyeke siyasî ya domdar ku berpirsiyariya civaka navdewletî bi tevayî ye, li gorî biryarên Encûmena Ewlekariyê yên derbarê Sûriyê, bi taybetî biryarên 2254 (2015) û 2118 (2013), ji bo bicîanîna hêviyên gelê Sûriyê di dewleteke azad û demokratîk de ku mafên mirovan û rûmeta wan diparêze.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û peywendiyan
26 hezîran 2024