Friday, May 9, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Human Right Watch daxwaza rawestandina dersînorkirina bi zorê ya penaberên Sûriyê ji Iraqê dike

June 27, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Human Right Watch daxwaza rawestandina dersînorkirina bi zorê ya penaberên Sûriyê ji Iraqê dike

Human Right Watch da zanîn ku rayedarên Iraqî li Bexda û Hewlêrê bi awayekî kotekî welatiyên Sûriyê girtine û ber bi Şam û bakurê rojhilatê Sûriyê de dersînor kirine û da zanîn ku Iraq wek dewletekê ku alî ye di peymana Neteweyên Yekbûyî ya dijatiya îşkenceyê erkên xwe binpê dike.

Di daxuyaniyekê de, rêxistinê got ku desthilatên Îraqî hin welatiyên Sûriyê dersînor kirine tevî ku belgeyên wan ên Îraqî yên fermî hebûn, ku ew dikarin bi riya wan li wî welatî bimînin û kar bikin, yan jî wan wek penaxwaz li Ofîsa Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî tomar bikin.

Daxuyaniya rêxistinê destnîşan kir ku bi dersînorkirina penaxwazan, Îraq wek dewletekê ku alî ye di Peymana Netewên Yekgirtî ya dijatiya Îşkenceyê de wê peymanê binpê dike, her weha li gor prensîpa ku di yasaya navdewletî ya naskirî de hatiye ku çênabe dersînorkirina kotekî pêk were, ango nabe bi zorê xelk bo welatên ku lê tûşî metirsiyeke eşkere ya îşkenceyê yan jî şêweyên din ên çewsandinê dibin werin vegerandin.

Rêxistinê diyar kir ku di navbera 19 û 26ê nîsanê de, ew bi xwe bi heft welatiyên Sûriyê ên li Hewlêr û Bexdayê re bi telîfonê axivîye, ku çar ji wan li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê li hêviya dersînorkirinê bûn, çar kesên din xwediyê destûra rûniştinê ya Iraqî ya derbasdar bûn, û sê ji wan di karsparteya penaberan de tomarkirî bûn.

Kesên ku sazîyê bi wan re hevdîtin kirye, ragihandine ku ew di serdegirtinên li ser deverên karên wan an li kolanan hatine girtin, û 2 an jî gotin ku ew li ofîsên niştecîbûnê hatine girtin dema ku hewl didin belgeyên xwe nû bikin, û rayedaran daxwazên wan ên penaberiyê li ber çav negirtin û nejî derfet dan wan ji dozên nerazîbûnê dijî wan biryarên dersînorkirinê vekin.

Human Rights Watch tekez kir ku divê hikûmeta Iraqê demildest kampanya girtin, binçavkirin û dersînorkirina kotekî ya penaxwazên Sûriyê rawestîne û divê desthilatên Îraqî sîstemeke pratîkî ji bo diyarkirina rewşa penaberan li gor pîvanên navdewletî ava bikin.

Rêxistinê bang li hikûmeta Îraqî kir ku rêşûnan hêsan bike ji bo wergirtina destûra kar û rûniştinê ji bo kesên rewşa wan neqanûnî ye.

Human Rights Watch her wiha ji hikûmetên dewletên bexşînkar daxwaz kir ku desthilata xwe bikar bîne li dijî dersînorkirin û vegerandina bi rêşûnên kurt ku tê wateya binpêkirina peymana nehiştina vegerandina kotekî.

Hevbendiya niştimanî ya Sûriyê berê jî rêşûnên kotekî ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îraqî ve ji bo girtina penaberên Sûrî û şandina wan bo navçeyên di bin kontrola rêjîma Esed de li Sûriyê şermezar kir, tevî ku belgeyên pêwîst ên ku mafê penaberiyê, parastin û guhdana wan garantî dikin hene.

Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku pêwîst e desthilatên Iraqî van biryaran careke din di bin çavan re derbas bikin û Netewên Yekgirtî û rêkxistinên mafên mirovan destêwerdanê bikin ji bo rê li ber dersînorkirina ku jiyana Sûriyan dixe metirsiyê de bigre, ji ber çarenivîsa wan naskirî ye ku tenê peyketina hêzên ewlekarî û girtina di zindanên rêjîma Esed de ye,  ew rêjîma ku her kesê ji ber mûşek û bermîlên wê reviyaye wek sûcdar dibîne.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî: Êşkence hîn di zindanên Esed de berdewam e

Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî: Êşkence hîn di zindanên Esed de berdewam e

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.