Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehma, diyar kir ku bi sedên hezaran Sûrî bûne qurbaniyên îşkenceya hovane di girtîgehên rêjîma Esed de, ji ber helwestên wan ên siyasî an beşdarbûna wan di xwepêşandanên aştiyane de li Sûriyê. Û tekez kirin ku ew heta îro jî rastî îşkenceya curbicur çi laşî an derûnî be tên, ji ber têkçûna hewlên navdewletî yên ji bo rizgarkirina girtiyan an eşkerekirina çarenivîsa wan.
Di salvegera Roja Cîhanî ya Piştgirîkirina Qurbaniyên Îşkenceyê de, Rehma tekez kir ku sistiya navdewletî di danûstandina bi rêjîma Esed re hişt ku ew tundûtûjiyeke zêde li dijî girtiyan di zindanan de bikar bîne, ta radeya ku navê wan girtîgehan bûye Qesabxaneyên Mirovan, li gorî Amnesty. Û bi dehan raport û belgeyên belgekirî hene, di nav wan de wêneyên ku ji aliyê Qeyser ve hatine eşkerekirin û di hişê cîhanê de mane, reftar û îşkenceya hovane û riswakirinê nîşan didin û bûne sedema kuştinê di girtîgehên rejîmê de.
Di vê helkeftê de, Rehma daxwaza standina tedbîrên navdewletî yên bibandor ji bo nehiştina îşkenceyê û sizakirina tawankarên wê kir, her weha dîtina mîkanîzmayên pêwîst ji bo azadkirina girtiyan û aktîvkirina dadgehkirinê hember tawankariyên curbicur ên li dijî mirovahiyê yên ku ji aliyê rêjîma Esed ve li Sûriyê têne pêkanîn, û misogerkirina ku tu tawankar ji sizayê rizgar nebe. Û bang li rêxistinên navdewletî kir ku li kêleka kesên rizgarbûyî û kes û karên qurbaniyan rawestin û piştgiriya pêwîst ji wan re peyda bikin da dadmendiyê ji wan re dabîn bikin.
Tora Sûrî ya Mafên Mirov raporek taybet bi boneya roja cîhanî ya piştevaniya qurbaniyên îşkenceyê belav kir, tê de kuştina 15,383 Sûrî di bin îşkenceyê de ji Adara 2011an heya vê Hezîranê belge kir, di nav wan de 199 zarok û 115 jinên gihayî hene.
Torê bal kişand ser ko 157287 girtî hîn jî tûşî eşkenceyê dibin, di nav wan de 5264 zarok û 10221 jin hene, û got ko rêjîma Esed di ber %86 ji wan de berpirsyar e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî