Tuesday, May 6, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Daxwiyanî

Derbarê guhertinên vê dawiyê û kiryarên xirab û binpêkirinên li Tirkiyê û herêmên rizgarkirî

July 1, 2024
in Daxwiyanî
Reading Time: 4 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha

Daxwiyaniyeke Rojnamevanî

Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî kiryarên xirab û êrîşên dijî penaberên Sûrî li Tirkiyê, ên di encama belavkirina gotegotên sexte yên ku xelkê Tirkiyê li dijî penaberan sor dikin şermezar dike, ku ew binpêkirin bi riya şewitandina mal û milkên xelkê û şikandina otombîlan bû (roja yekşemê 30’ê hezîrana 2024’an êvarî), û daxwaza bînfirehiyê û bawernekirina wan gotinên nefretê yên nijadperestan ên ku  tevlîhevî û ziyanê peyda dikin dike. Û tekez dike ku wê peywendî bi aliyên têkildar ên Tirkiyê re derbarê tiştê bûye kirine. Û amaje bi daxuyaniyên Serokomar Erdogan kir ku tê de eşkere alozî û binpêkirina qanûnê û tevlîhevîyên li Qeyserî rû dane şermezar kirin û got ku wî temînî li aliyên desthilatdar kiriye ku rewşê çareser bikin û ewlehî û selameta hemwelatî û penaberên li wir niştecî ne dabîn bikin û rê li ber her zêdegaviyên dijî yasayê di zûtirîn dem de bigirin.

Em bang li gelê xwe yê li Tirkiyeyê dijîn dikin ku dema bûyerin takekesî an jî komî peyda bûn bi rêya qanûnê û rayedarên Tirkiyê yên erkdarên parastina ewlehiyê çareser bikin ku wan aliyan doh êvarê dest bi tedbîrên kontrolkirina ewlehiyê û parastina gel kirine û hîn di wî erkê xwe de berdewam in ji bo ew bûyer dubare nebin.

Hevbendî daxwazê ji gelê me yê Sûrî yê li Tirkiyê û navçeyên rizgarkirî li Sûriyê û gelê  Tirkiyê yê bira dike ku pêwîst e giringiyê bidin kûrahiya pêwendiyên biratî yên dîrokî yên di navbera gelê Sûriyê û yê Tirkiyê de. Û guh nedin wan kesên ku dixwazin di navbera her du gelên bira de nakokî û nefretê çêkin.

Hevbendî bangê dide gelê me yê li herêmên rizgarkirî yên Sûriyê ku rê nedin belavbûna alozîyan, û bi hev re li dijî gotarên sorkirin û nefretê derkevin, yên ku dixwazin aloziyê belav bikin û dijatiyê di nav gelê Sûriyê yê ku xwîna xwe daye ji bo rûbirûbûna rêjîma tawankar, û gelê Tirkiyê yê ku pevre li dijî rêxistinên terorîst yên ku dixwazin aramiya her du welatan têk bibin şer kirine.

Berjewendiyên gelê Sûriyê û yê Tirkiyê yên hevbeş ên berfireh hene ku herdû jî dixwazin rê li ber projeyên cudaxwazî ​​û terorîstî bigirin û yekitî û ewlehiya xaka Sûriyê, ewlehî û aramiya navçeyên rizgarkirî li Sûriyê, ewlehî û aramiya Tirkiyê biparêzin û bigihêjin çareseriya siyasî ya ku Sûriye dixwaze li gorî biryarên Konseya Ewlekariyê.

Hevbendiya Niştimanî tekezîyê li ser pêwîstîya parastina penaberan û dabînkirina ewlehîya wan li welatên mêvandar ji aliyê desthilatên têkildar di hikûmetên wan de dike, her weha em tînin bîra civaka navdewletî ku penaberên Sûrî dixwazin bi dilxwazî  û awayek ewle û bi rûmet vegerin welatê xwe. Lê ev yek tenê bi gihiştina çareseriyeke siyasî li Sûriyê li gorî biryarên Encûmena Ewlekariyê yên pêwendîdar, bi taybetî biryara 2254 (2015), û cîbicîkirina tam ji wan re pêk tê û dibe faktera peydakirina jîngeheke ewle û birûmet a dihêle penaber û derbider bi dilxwazî ​​vegerin malên xwe yên resen li welatê xwe, û em tekezîyê li ser berpirsiyariya civaka navdewletî bi giştî û welatên ku mêvandariya penaberan dikin bi taybetî dikin ji bo piştgiriyê bidin Neteweyên Yekbûyî ji bo aktîvkirina proseya siyasî û giheştina çareseriyekê ku bibe faktera cîbicîkirina van biryaran bi peydakirina mekanîzmayên mukum ji bo bicîanîna wan bi awayekî dadane û tam li gor daxwazên gelê Sûriyê yên avakirina dewleteke azad û demokratîk.

Hevbendiya Niştimanî bi berdewamî çavdêriya dosya penaberên Sûriyê li Tirkiyê dike, nemaze pêşhatên dawî, bi rêya peywendiyê bi desthilatên Tirkiyê yên têkildar re, nemaze piştî zêdebûna dersînorkirina penaberên Sûriyê li bajarê Gazîentabê û girtina hejmarek ji dikanên bazirganên Sûrî di rojên borî de û  desthilatdaran piştrast kirin ku ew her tiştî dikin ji bo selameta hevwelatiyan û penaberan û sizakirina kesên ku qanûnên parastina demkî binpê dikin niştecihbûnê binpê dikin, û tenê ew rêşûn ji bo çareserkirina pirsgirêkên qanûnî bin û bi hev re bixebitin. Û Hevbendî kar dike ji bo çareserkirina dosyaya dersînorkirinê û vegerandina mafên kesên binpêkirin li dijî wan hatine pêkanîn.

Em bang li gelê xwe yê Sûriyê yê li Tirkiyê û herêmên rizgarkirî dikin ku bîna xwe fireh bikin û derfetê nedin ku ewlehî û aramî têk biçe. Ji berk u sûdemendê mezin ji vê rewşê rijêm û rêxistinên terrorist in ûn ku dixwazin têkiliya biratiyê di navbera gelên Sûriya û Tirkiyê de têk bibin û rê li pêşiya gelên Sûriyeyê bigirin da negihêjin daxwazên xwe ji bo azadî, dadmendî, rûmet û demokrasiya ku ji bo wan serî hildane û qurbanî dane.

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî

Ofîsa Ragihandin û peywendiyan

01  tîrmeh 2024

ShareTweetSend

Related Posts

Daxwiyanî

Derbarê peymana agirbesta li Xezzeyê

January 16, 2025
Daxwiyanî

Derbarê hevdîtina serkirdayetiya Hevbendiya Niştimanî bi serkirdayetiya rêveberiya nû ya Sûriyê re

January 12, 2025
Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê dide bi koçadawîkirina Şêx Sariya El-Rifaî

January 6, 2025
Next Post
Encumena Niştîmanî ya Kurdî bangawazî da ji bo derketina xwepêşandanê li Qamişlo li dijî çekdarên PYDê yên terorîst

Encumena Niştîmanî ya Kurdî bangawazî da ji bo derketina xwepêşandanê li Qamişlo li dijî çekdarên PYDê yên terorîst

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.