Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Hadî El-Behra di destpêka civîna desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî de, di 72emîn rûniştina wê ya asayî de, şiroveyek pêşkêş kir, tê de behsa pêşhatên siyasî û meydanî yên giştî li Sûriyê kir, wek şopandina rewşa penaberên Sûriyê li welatên curbicur, bi taybetî piştî bûyerên bajarê Qeyserî yê Tirkiyê û çarçoweyên ku hatine danîn ji bo dîtina çareseriyên pratîkî ji wan re.
El-Behra pêşhatên bûyerên xwecihî, herêmî û navdewletî yên ku bandoreke mezin li ser dosya Sûriyê kirine nirxandin, û behsa daxuyanî û helwestên herêmî û navdewletî kir û diyar kir ku guhertineke mezin li hember Îranê heye, û daxuyaniyên nû yên hejmarek ji serkirdeyên siyasî yên welatên herêmê li ser asta taktîkî ne û ne di asta stratejî de ne, ji bo lêkolînkirina îmkana tijekirina valahiya ku Îranê I pey xwe bihêle, dema neynûkên wê li Sûriyê bên birîn, û sûd ji wê yekê werbigirin bo avakirina lihevkirineke navdewletî û herêmî ya li gorî rastiya rewşa nû ya tê hêvîkirin ji bo bidestxistina berjewendiyên neteweyî. Û ew bi teqezî dizane ku ewlehî, aramî û aştiya berdewam li Sûriyê pêk nayê ji bilî bidestxistina çareseriyeke siyasî li gorî biryara 2254, ku take çareserîya dikare Sûriyan razî bike û bihêle bi awayek dilxwazî û ewle vegerin welatê xwe.
El-Behra tekez kir ku erkekî taybet ê Hevbendiya Niştimanî heye, ew jî nûnertiya daxwazên gelê Sûriyê yên ku ji bo bidestxistina wan serî hildan û qurbanî dane ye. Û got ku hilbijartinên adilane ji endamên wê re çênebûye ji ber jîngeheke ewle û bêalî tune ye. Û tekez kir ku rewatiya Hevbendiya Niştimanî bi pabendbûna wê bi hêviyên sûriyan ji bo bidestxistina dadmendî, azadî û demokrasiya ku ji bo wan qurbanî dane ve têkildar e, her weha bi pabendbûna wê bi armancên neguhêr ên şoreşa Sûriyê û têkoşîna ji bo bidestxistina wan bi rêya veguhestina siyasî û bidawîkirina serdema stemkarî û rêjîma tawankar, û dema ku ew ji wan armancan dûr dikeve, rewatiya xwe ji dest dide.
Her wiha El-Behra tekez kir ku take rêya çareseriyê li Sûriyê çareseriya siyasî ye, ya ku Hevbendiya Niştimanî ji bo wê tevdigere, bi rêya piroseyeke siyasî ya ku Netewên Yekgirtî li Cinêvê hêsankarîyan jê re pêşkêş bike ji bo cîbicîkirina biryarên 2118 û 2254.Û got ku ew take çareserî ye ya penaberên sûrî razî dike ku Sûriye ewle bûye û rêzgirtina yasayê lê peyda bûye û azadî û mafên hevwelatiyan dabînkirî ne ku bêyî wê yek penaberê sûrî venagere welatê xwe.
El-Behra mînaka Derayê da, Deraya ku welatan ve di sala 2018an de ew neçar kir ku hêzên rejîmê lê vegerin, ango beriya 6 salan. Lê heta niha jî ewlehî, aramî û hêminî lê tune ye û xelkên wê dibin penaber. Û anî ziman ku ev mînakek e ku divê dewlet ji xwe re bikin nimûne, berî ku siyasetên xwe yên nerealîst ku tu şansê serkeftinê di wan de tuneye derbarê penaberan deynin.
El-Behra bal kişand ser wê yekê ku rewşa Sûriyê ya ne wek ya ti welatî ye pêwîstî bi çareseriyeke cûreyî ya domdar heye, ya cîbicîkirina hêviyên gelê Sûriyê yên ji bo wan qurbanî dane misoger bike. Û got ku ne pêkan e Sûriyê ji nû ve bibe yekperçe an jî aboriya wê ji nû ve were vejandin, eger ne bi lihevkirineke siyasî be, li gor biryara jimare 2254 a Encûmena Asayîşê, ya bibe rêçareyek ji bo welatan ji ber nakokiyên berjewendiyan ên ne pêkan e bi çareseriya serbazî, ji ber ku ew bir guhdar in ku pevçûna rasterast bi hev re nekin, û asayîşa wan a niştimanî dabînkirî be, û ew take rêya derketina ji bêçreyî û rawestanê ye, û daxwazên gelê Sûriyê pêk tîne û tekane çareserîya kare berdewam bimîne.
El-Behra matmayîna xwe anî ziman derbarê ku hin welatan ragihandine ku Sûriye ji bo vegera bi dilxwazî ya penaberan ewle bûye, lê rastî berovajiyê wê ye, ji ber ku hejmara sûrîyên ku ji Sûriyê direvin her ku diçe zêde dibe, ji ber xelk li ewlehî û aramiyê û derfeteka jiyaneke nû ji xwe û malbatên xwe re digerin.
El-Behra wiha jî got: “Ez ji gelê me re dikim ku em di heman keştiyê de ne û divê ev keştî ji bo gihandina armancên şoreşê yên bidestxistina azadî, dadmendî û demokrasiyê bi rê bikeve, aştiyeke mayînde pêk nayê eger bingeha wê ne li ser bidestxistina edaletê ava be ku bêyî serbestberdana girtiyan, zanîna çarenivîsa kesên bi zorê hatine windakirin û qerebokirina ziyanên ku sûriyan dîtine, û darizandina sûcdarên tawanên şer, ji ber ku ev daxwaz ji encama fedakariya gel hatine afirandin û mafê tu kesî tune ku wan paşguh bike.
Herwiha tekez kir ku mekanîzmayên biryardanê di saziyên şoreşê de, misoger dike ku kesek yan girûpeke biçûk bi tena serê xwe biryaran nade, ji ber ku pêwîstî bi beşdariyeke pir berfireh a pêkhateyên bingehîn heye, ku piştrast dike ku ew biryar dema tên standin, li gorî daxwazên gelê Sûriyê ne.
El-Behra diyar kir ku ji destpêka pêvajoya danustandinan ve di sala 2014an de û di her gera ku dihat lidarxistin de, tirs di nav refên hêzên şoreş û opozisyona Sûriyê de peyda dikir û kesên ku şek û bêbawerî jî hebûn, lê ji destpêka wê ve di gera yekem de, hemû di yek rêzê de rawestiyan ji bo piştgirîkirina daxwazên gelê Sûriyê, û anî ziman ku armanca Hevbendiya Niştimanî ji beşdarîya di danûstandinên ku ji aliyê Netewên Yekgirtî ve li Cinêvê tên piştgirîkirin ew e, zindîhiştina daxwazên gelê Sûriyê li girîngtirîn platforma navneteweyî. Û peyamên zelal bidin ku em ê wek gelê Sûrîyê têkoşîna xwe bidomînin, çi zehmetî hebin û çendî rê dirêj bibe bila bibe, heta daxwazên gelê me yên edalet, azadî û demokrasiyê yê ku spartine me pêk bînin. Û berdewamkirina tekezkirinê ji civaka navdewletî re ku rêjîm li çareseriya siyasî nagere, lêbelê ew astenga sereke ye li pêşiya wê, û ev armanc wê pêk hat. Berevajî mantiqê, hin welatan peywendiyên xwe bi rejîmê re asayî kirin, di wê baweriyê de bûn ku ev yek dê bibe faktera hevkarîya wê bi wan re ji bo kêmkirina hin nîgeraniyên wan yên ewlehî û wê ji bandora Îranê dûr bixin, û bibe handanek ji bo çareseriya siyasî li gor biryara 2254, lê tiştê ku rû da berovajiyê wê bû, wek ku me pêşbîn dikir, serhişkoya rejîmê zêde bû û çareserî ji pirsgirêkên wan ên ewlehî re peyda nebûn, û astengkirina wê ji hemû hewldanên navdewletî yên ji bo aktîvkirina proseya siyasî zêde bûye, û asta bandora bandora Îranê û lawazbûn rejîmê di kêmkirina wê de eşkere bû.
Serokê Hevbendiya Niştimanî di axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku guhertin di siyasetên hejmarek ji welatên Ewropî yên ne giring de hene, û hewil didin dosya Sûriyê bigirin, her weha hewldanên berdewam yên rêjîmê jî hene ji bo kuştina pirosesa siyasî û paşguhkirina daxwazên gelê Sûriyê yên ku ji bo wan qurbanî dane, bi rêya hewldana jinavbirina saziyên şoreşê yên ku nûnertiya Sûriyan dikin, di heman demê de ku hîn hejmarek ji welatên sereke hene ku di wê baweriyê de ne ku take çareserî cîbicîkirina biryara 2254 e. Û tekezî li ser giringiya yekdestiya tevaya Sûriyan di vê qonaxa girîng di dîroka şoreşa Sûriyê de ku em tê de şerên siyasî dimeşînin kir, û eger em ne weha bin em ê hevûdu lawaz bikin û cihê xwe li ser asta herêmî û navdewletî lawaz bikin.
El-Behra got ku aloziya dosya Sûriyê, girêkên wê yên herêmî û navdewletî, û nakokiya berjewendiyên herêmî û navdewletî, rê li ber her hewildana her welatekî girêdayî dosya Sûriyê bi tena xwe ji bo dîtina çareseriyeke dualî ya cuda bi rêjîmê re digire, û ew welat vê yekê baş dizanin, ji ber vê yekê her tevgerek ku di wî warî de dikin, tevgerek taktîkî ye, ne stratejîk e, her welatek di wê baweriyê de ye ku ev yek dikare ava rawestandî bilivîne û dibe ku derfetên nû di berjewendiya xwe ya neteweyî de bi dest xwe ve bîne.
El-Behra di berdewamiya axaftina xwe de tekezî li ser du tiştan kir: Ya yekem ewe ku Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ji xwestekên gelê Sûriyê dûr nekeve, ku ev yek weke kevirê bingehîn yê karê wê ye û ya duyem jî pêwîstiya bihêzkirin û parastina koalîsyonê û saziyên şoreşê ye, ne hilweşandina wan.
El-Behra hemû hêzên şoreşger û opozisyona Sûriyê, çalakvan, rêxistin, federasyon, komele û sendîkayan han dan li ser ku bi hev re kar bikin û barê pêşveçûna Bakurê Sûriyê bi hev re parve bikin, ji bo guhertina rastiya jiyanê û pêşxistina sîstemên rêveberiya wê, û ev yek dê bandora wê erênî be li ser helwestên navdewletî ji şoreşa Sûriyê.
El-Bahra di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ez ji gelê Sûriyê re dibêjim, divê em fîşekan li lingên xwe nexin. Her dewletek berjewendiyên wê yên netewî û ewlehiyê hene, her yek ji serkirdayetiya van welatan armancek wî heye li gor berjewendiyên xwe yên netewî bi awayekî ku xizmeta gelê xwe bike, ewlekarî û aramiya wî zêde bike û pêşketina aborî bi dest bixe. Di heman demê de, em têkiliyên xwe bi hemû welatan re li gorî bercewendiyên hevbeş û çawaniya xizmeta gelê me dinirxînin. Em di ti kêliyan de ji vê çarçovê derneketine, û rênimaya karê me ew e bidestxistina berjewendiyên gelê me, sivikkirina êş û azarên wî û pêkanîna daxwazên wî” li gor wê pîvanê. El-Bahra tekezî li ser pêwîstiya xebata di çarçoveya avakirina dostan, ne dijminan kir û got: “Divê em rêzê li derdora xwe bigirin, heta bi welatên ereb ên ku têkiliyên xwe bi rijêmê re normal kirine, em zanin guhertinên ewlehî û siyasî yên hiştine pêşîneyên xwe biguhêrin û nabe em bi wan re dijminatiyê bikin, lê divê em hewl bidin ku “bi avakirina dostan şiyanên gelê xwe xurt bikin û lihevkirinên ku di xizmeta berjewendiyên me yên niştimanî de mukum bikin.”
Her wiha tekez kir ku ji sala 2022`an ve û heta roja îro, tu danûstandinên siyasî û rêyên danustandina rasterast û nerasterast di navbera saziyên hêzên şoreş û opozisyonê û rejîmê de çênebûne. Ev sazî, ne rasterast û ne jî nerasterast bi rêya ti welatekî, rastî fişaran û pêşniyarekê ji bo rêkeftinan yan jî bi wan re, nehatine û her tiştê ku li ser vê yekê tê gotin bi temamî derew e.
Wî ji Sûriyan xwest ku nekevin nav gotegotên ku armanca wan parçekirina rêzên şoreşgeran, lawazkirina şiyana gelê me ya berxwedanê ye, û têkbirina peywendiyên wan bi welatên bira û dost ên mayî re ku baweriya wan bi pêwîstiya bidestxistina çareseriyeke siyasî li gorî biryara Encûmena Ewlekariyê jimara 2254 heye, bi riya siyaseta “parçe bike û hukum bike” ku rejîm ji destpêka şoreşê ve dişopîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî