Monday, June 2, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Camûs: Dosyaya girtiyên li Libnanê di hemû hevdîtinên me yên navneteweyî de amade ye

July 22, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
Jamûs: Dosyaya girtiyên li Libnanê di hemû hevdîtinên me yên navneteweyî de amade ye

Serokê Desteya Danûstandinan a Sûrî Bedir Cemûs, got ku girtiyên Sûrî yên di zindanên Libnanê de ji destpêka şoreşa Sûriyê ve berdêlên giran dane, û tekez kir ku Desteya Danûstandinan vê dosyayê di hemû civînên xwe yên navdewletî de gengeşe dike, ji bo vê dosyaya nemirovane ji kok de çareser bikin.

Ev yek di dema beşdarbûna Serokê Desteyê û hejmarek ji endamên wê di konferanseke taybet bi girtiyên sûrî di girtîgehên Libnanê de bû, ku di 20ê tîrmehê de hat lidarxistin û beşdarî di riya “online” re bû, tê de gelek siyasetmedar, hiqûqnas, rikber, çalakvan, nivîskar û hunermendên sûrî û parêzerên Libnanî, û hejmareke mezin ji pispor û kesên guhdarên pirsên girtiyên sûrî bi giştî û girtiyên di girtîgehên Libnanê de bi taybetî beşdar bûn.

Jamûs amaje bi wê yekê jî kir ku Desteya Danûstandinan baş di mezinbûna vê pirsê de ku dighê asta karesatekê dighêje, û bi hemû aliyên medyayî, siyasî û yasayî kar dike daku çareseriyekê jê re peyda bike yan jî metirsiyên wê û êş û azarên girtiyên sûrî di zindanên Libnanê de kêm bike, û hemû hewlên xwe li ser asta navdewletî dide, lê dema ku hin welat helwestên xwe ji pirsa Sûriyê diguherînin bêhêvîbûn peyda dibe.

Û bal kişand ser wê yekê ku ev dosya di hemû serdanên Desteyê yên navdewletî de amade ye, ku ya herî dawî serdana wê ya New Yorkê bû, û ligel balyoz û nûnerên gelek welatan, wek Qeter, Fransa, Swîsra, Danîmark, Brîtanya, Slovakya û yên din hat gotûbêjkirin, her weha li gel endamên Encumena Ewlekariyê û bi Neteweyên Yekbûyî re jî, û di van demên dawî de bi Wezareta Derve ya Tirkiyê re jî hat gotûbêjkirin û got: “Em dizanin ku aloziyek heye, lê em teslîm nabin, em ê berdewam bin û dengê xwe bilind bikin heta em çareyekê ji tevaya Sûrîyan re û ji vê kêşeya mirovî re bibînin.”

Her wiha bal kişande ser wê yekê ku Deste di vî warî de peywendiyên xwe yên navdewletî pirtir dike û peyamek taybet ji Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî, nûnerê NY bo Sûriyê Geir Pedersen û wezîrên derve yên Erebistana Siûdî û Emerîkayê û ji bilî wan re jî şandiye, her weha peywendiyê bi aliyên libnanî yên ku li kêleka girtiyên sûrî disekinin re dike, bi hêviyên peydakirina çareseriyên pêwîst ji girtiyan û malbatên wan re.

Serokê Desteyê diyar kir ku Ofîsa Yasayî ya Desteyê û Komîteya Girtî û Windayan bi berdewamî van dosyayan dişopînin û danûstandina wan bi Xaça Sor û rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan re heye, ji bo dabînkirina ewlehiyê ji girtiyên siyasî yên Sûrî yên li Libnanê re, û peydakirina dermankirinê ji wan re, heta garntîkirina dadgehkirina wan bi awayek adilane û azadkirina wan.

Her wiha daxwaza şopandina ragihandinî ya berdewam ji aliyê dezgehên ragihandinê yên sûrî ve ji vê mijarê re kir, da ev dosya sax û aktîv bimîne, her weha rola saziyên yasayî û guhdana wan a bi vê dosyê bilind nirxand û tekezî li ser amadebûna Desteyê ji bo hemahengî û hevkariyê bi her kesî re û şopandina doza girtiyan, nehiştina dersînorkirinê, dabînkirina pêdiviyên tenduristiyê û belgekirina binpêkirinên li dijî girtiyên Sûrî li Libnanê pêk tên.

Her weha di vê konferansê de hejmarek ji endamên Desteya Danustandinan, hejmareke mezin ji siyasetmedar, çalakvanên mafên mirovan, nûnerên girtiyên bîr û boçûnan û girtiyên siyasî li Libnanê û hinên din jî axivîn.

Di konferansê de daxwaz hat kirin  ku şaneyeke kar a awarte ya ciyawaz ji bo bidestxistina edaletê, çareserkirina dozên bijîşkî, başkirina rewşa tenduristî û xwarinê ya girtiyên sûrî di girtîgehên Libnanê de, dîtina çareseriyek lezgîn ji mijara kefaleta darayî re, dabînkirina parêzeran ji wan re û jinûve  dadadgehkirina wan, piştgirîya kesên rizgarbûyî û malbatên wan û veguhestina girtiyan bo bakurê Sûriyê û şandinaa  peyaman ji aliyên mafnasî yên navdeewletî re û belgekirina binpêkirinan û livandina vê dosyê li tevaya civînên navdewletî.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: Girtiyên zindananPenaberên Sûrî
Share1TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Serokê Desteya Danûstandinan a Sûrî şiroveyeke siyasî di civîna Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî de pêşkêş dike

Serokê Desteya Danûstandinan a Sûrî şiroveyeke siyasî di civîna Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî de pêşkêş dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.