Serokê Desteya Danûstandinan a Sûrî, Bedir Cemûs, di 72mîn gere asayî ya civînên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, şiroveyek pêşkêş kir, tê de behsa pêşhatên proseya siyasî di dosya Sûriyê de, encamên serdan û hevdîtinên xwe yên dîplomatîk ên ku vê dawiyê pêk anîne kir, bi taybetî yên di çûna dawî ya New Yorka Amerîkayê de.
Cemûs got ku Desteya Danûstandinan a Sûriyê di serdana vê dawiyê de bo serkirdayetiya Encumena Asayişa Navdewletî li New Yorkê, xirabûna rewşa Sûriyê di hemû astan de ji wan re diyar kir, û daxwaz ji wan kir ku berpirsyariya xwe bi cidî û xurtî hilgirin û dosya çareseriya siyasî bibin serî.
Serokê Desteyê tekezî li ser dijwariya rewşa Sûriyê û pêwîstiya hevgirtin û hevkariya Sûriyan ji bo nehiştina çi xirabbûneke texmînkirî kir, û amaje bi giringiya hevgirtin û hevbeşiyê di navbera hêzên siyasî, hêzên civaka sivîl û çalakvan û siyasetmedaran û hemû hêzên zindî yên ku dixwazin rastiya siyasî li Sûriyê biguherînin û bigihêjin rewşeke dadmendî, hiqûqî û wekhevî de, nemaze di dema niha de, kir.
Camûs behsa hevdîtinên navneteweyî yên ku Desteyê hefteya bûrî li New Yorkê li dar xistibûn kir, di nav de hevdîtinên bi dîplomat, balyoz û nûnerên welatan û herwiha Ofîsa Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û dosyayên ku di van hevdîtinan de hatin gotûbêjkirin nirxandin, ku bi taybetî çareseriya siyasî, biryara 2254, reva rejîmê jê, dosyaya girtî û windayan, û rewşa girtiyan û redkirina asayîkirina têkiliyan bi rêjêmê re û rewşa mirovî li Sûriyê hatin gengeşekirin.
Û tekez kir ko Deste di helwêstên xwe de rijd e li ser pêkanîna daxwazên sûriyan ji bo bidestxistina dadwerî û rûmetê, û gihîştina dewleta yasa û wekhevîya welatîbûnê, û dest ji pirensîpên şoreşa Sûriyê bernade ku ev mijar pêwîstî bi hewildan û karekî mezin ê tevayî heye, û ji bo vê yekê jî Deste bi her awayî hewl dide ku peywendiyên pêşkeftî bi rêxistinên civaka sivîl yên çalak ên civakî, medyayî, navendên xwendinê û çalakvanan re li hundir û derve ji bo xizmeta doza Sûriyê ava bike.
Û di dawî de got: “Deste li ser asta navdewletî bi awayekî aktîv kar dike ji bo ku dosya Sûriyê di nav pêşiniyên welatên kartêker de bihêle, û ji civaka navdewletî jî tê xwestin ku zêdetir piştgiriya dosya Sûriyê bike ji bo gihiştina çareseriyeke dadane li ser bingeha biryarên navneteweyî.”
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî