Emîndarê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilbasit Ebdulletîf, tekez kir ko beşdariya rêjîma Esed di kongira nehiştina madeyên hişber de li Iraqê sivkatî bi gelên cîhanê û deverê û nirxên navdewletî ye, û ev yek wek ji holê rakirina hemû yasayaên ku civaka navneteweyî di bidehên salên bûrî de ava kirine dît.
Ebdulletîf di daxuyaniyeke rojnamevanî de amaje bi wê yekê kir ku hewildanên xirab ji bo vegerandina rêjîmê cihê matmayînê û dûrî mentiq e. Herweha got ku vexwendina rêjîmê ji bo beşdariya di konferansa şerê li dijî madeyên hişber de, divê berî wê çend gav werin avêtin ku ya yekem rawestandina berhemdan û bazirganiya madeyên hişber û neşandina wan ji bo welatên cîran e û bikarneanîna wan wek karteke keysjêanînê.
Ebdulletîf diyar kir ku rêjîma Esed pirojeya xwe ya wêranker li Sûriyê berfireh kiriye, û gihiştiye pileyeke bilind li ser asta herêmê bi giştî di warê bazirganiya madeyên hişber de, û amaje bi wê yekê jî kir ku welatên herêmê bi avêtina gavên şaş hewl didin pirsgirêkan çareser bikin û ev yek dihêle baweriya gel bi hikûmetan nemîne.
Û careke din daxwaza tundkirina sizayan li ser rêjîmê û nehiştina beşdarbûna wê di van konferansan de kir wek rêzgirtinê ji gelên herêmê û cîhanê re. Û daxwaza kar ji bo pêşdebirina piroseya siyasî ya veguhestina siyasî li welat encam dide li gorî Daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254, weke bingehekê ji bo çareserkirina hemû krîzên Sûriyê û navçeyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî