Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmecîd Berekat, pîrozbahîya mamoste Ebdulah Merendî kir bi boneya bijartina wî wek serokê Yekîtiya Xwendekarên Sûriyê yên Azad û hêviya serkeftinê jê re kir di şopandina karûbarên xwendekaran, temamkirina karê rêxistinî û beşdariya di biserxsitina şoreşa Sûriyê de.
Berekat tekez kir ku avakirina Yekîtiya Xwendekarên Sûrî yên Azad li herêmên rizgarkirî, bandoreke wê ya erênî ya mezin heye di warê nûnertiya xwendekaran û daxwazên wan de û tekezkirina li ser pabendbûna wan bi daxwazên şoreşa Sûriyê ji bo rizgarbûna ji rêjîma stemkar û bidestxistina azadî, rûmet û demokrasiyê.
Berekat bal kişand ser girîngiya xurtkirina ciwanan di warê bikaranîna demokratiyê de, wek hilbijartinên ku ji aliyê Yekîtiya Xwendevanên Sûrî yên Azad ve hatin pêkanîn, û dît ku ev gaveke erênî ye û dê bandora wê bi rengekî erênî hebe li ser geşepêdana pêkanîna daxwazên gelê Sûriyeyê û saziyên şoreşê, ji ber ku ciwan nûnerên welat ên dema niha û paşerojê ne.
Berekat bal kişand ser wê yekê ku Hevbendiya Niştimanî rola giring a hemû sendîke, yekîtî û komeleyan li herêmên rizgarkirî bilind dinirxîne, û anî ziman ku Girûpa Kar ya Yekîtî û Sendîkayan di Hevbendiya Niştimanî de karê Yekîtiya Xwendevanên Sûrî yên Azad û daxwaza wan a mezin û berdewam ji bo pêşxistina nûnertiya rast a xwendekaran ji nêzîk ve dişopînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî