Girûpa Kar ya ji bo Penaber û Derbideran a Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, dê sibe sêşemê workşopekê li jêr sernavê “Sûriyên li Libnanê: Pirsgirêk û Derfet” li dar bixe, tê de dê mêvandariya parêzer Mihemed Seblouh bike ku wek yek ji giringtirîn çalakvanên mafên mirovan li Libnanê tê dîtin.
Mijarên komxebatê ev in: rewşa niha ya sûriyan li Libnanê, rewşa girtiyên siyasî û prosesên derbiderkirinê û bizavên ji bo piştgirîkirina wan di pêşerojê de, temîniyên ji bo baştirkirina rewşa wan tên kirin.
Herwiha dê di workşopê de mamoste Mihemed Seblouh û Navenda Sidra bên xelatkirin, wek rêzgirtinê ji wan re li ser hewldanên wan ên berdewam di piştgirîkirina mafên penaberên Sûrî li Libnanê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî