Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, tawanên cengê yên hovane yên hêzên Rêjîmê û Rûsiya li dijî sivîlan li bakurê Sûriyê bi tundî şermezar kirin.
Ku balafirên Rûsî duh, çarşemê, li Idlibê, sivîl kirin armanc, di encamê de 10 şehîd û bi dehan birîndar ketin.
Berî vê yekê Hêzên rêjîmê sivîl li bajarê Etarib û gundewarê wê bi topan armanc kirin, û bû sedema kuştina welatiyekî û birîndarbûna hinên din.
El-Behra tekez kir ku rawestandina berdewamiya armanckirina hêzên Rûsî ji sivîlan û navendên giştî re û tawanên rêjîma Esed û milîsên Îranî û peyrewên wan, hewcedarî destwerdaneke navdewletî ya xurt e, ji bo dabînkirina parastina sivîlan û aktîvkirina dosya dadpirsîn û dadweriyê li hember tawanbarên cengê, bi awayekî ku dadweriyê ji qurbaniyan re misoger bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî