Hevrêzkarê Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê Mihemed Heseno, di roja duyemîn ji civînên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî de, kurteyek agahiyan li ser karê yekîneyê û projeyên ku yekîne li ser kar dike pêşkêş kir , di nav de projeya kanalên avdanê li devera Encûmena Efrînê, ku tê de sererastkirina sîstema avdanê û avakirina stasyoneke avdanê ya bi enerjiya rojê dixebite, herweha piştgirîkirina destpêşxeriyên xwebexşîyê û danûstandina bi 200 destpêşxeriyên xwebexş re bi armanca bilindkirina hişmendiya sivîl derbarê demokrasiyê û pêşxistina diyalogê di navbera beşên cihêreng ên civaka xwecihî de, û projeyek hişyarkirina sivîlan derbarê çawaniya karkirina tabloyên enerjiya rojê ji bo kesên wan bikar tînin neyên xapandin û zanibin wan bi awayekî durist bikar bînin.
Heseno raporek derbarê warên ku yekîneyê di heyama dawî de li ser kar kiriye pêşkêş kir, û bal kişand ser pêvajoya perwerdeyê, rewşa mirovî li Serê Kaniyê û Tel Ebyad, beşdariya civakê, ketwara karsaziyê, bikaranîna madeyên hişber û girêdana bi wan çi li ser asta belavbûnê an bandora wan be, û rewşa kêmendamiyê, her weha pêdawîstiyên zivistanê.
Heseno hişyarî da li ser bobelatên mirovî bi nêzîkbûna zivistanê re, ji ber kêmbûna diravdanê û cîbicînekirina welatan ji erkên xwe yên li hember Sûriyê re, ji ber ku raporta Yekîneyê nîşan dide ku kampan pêşwaziya nêzîkî du milyon kes kiriye, ji sedî 55ê wan zarok in, û ev yek hewcedariya mezin ji xizmetguzariyên ji zarokan re diyar dike.
Heseno diyar kir ku ji sedî 39ê kampan konên demkî ne, ku di zivistanê de rewşa xwediyên wan konan ya herî metirsîdar e, û got ku zêdetir ji nîvê rûberê xaka ku kamp li ser hatine avakirin, bi taybetî yên li Ezaz, Cerabulus û Cisir El-Şuxur, di bin metirsiya şap û lehiyê de ne ji ber kêmbûna kenalên avrêjiyê, û 52 ji sedî ji kampan li ser xakek rast in û berz û nizmiya erdê xerab e ku ev yek metirsiya lehiyê di dema barîna baranê de pir zêde dike.
Û bal kişand ser wê yekê ku pirsgirêkên binesaziyê li piraniya kampan hene, ku nîvê wan derdê girtina rêyên tên kampan di dema barîna baranê de dikşînin, û ev yek bandorê li gihîştina xizmetguzariyên bingehîn dike, û ji sedî 70 ji kampan ne amade ne di dema çêbûna agir de çi ji aliyên rêgirtina li belavbûna agir de be an peydabûna komîteyên rahênankirî yên serederiyê bi agir re bikin be.
Û tekez kir ku metirsiyên ewlehiyê di demsala zivistanê de li nêzîkî 75 ji sedî ji kampan hene, ku ev yek kêşeya gihîştina avahiyên giştî û xizmetguzariyan dijwartir dike, û da zanîn ku ji sedî 99 ji kampan zehmetiyan di peydakirina xwarinên ku laşên wan tendurist bihêlin dikşînin, û ji sedî 82 ji kampan hewcedarî çarşef û betaniyan in.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî