Hevrêzkarê Girûpa Kar a Cezîre û Ferat a Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulbasit Ebdulletîf, raporta karê girûpê pêşkêşî desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî kir.
Ebdulletîf di raporta xwe de behsa berdewamiya tawanên ku çekdarên PYDê yên terorîst li dijî xelkê pêk tînin kir, çi girtin û êşkencekirina ta mirinê be an leşkerkirina bi darê zorê û revandina zarokan û bicihkirina wan li kampên leşkeriya neçar be, her weha ferzkirina rêbazên perwerdeya edyolojîk û ramanên Partiya Karkerên Kurdistanê ya di nav lîsteyên terorê yên navneteweyî de ye.
Ebdulletîf girîngtirîn pirsgirêkên niştecihên herêmên Tel Ebyada Reqayê û Serê kaniyê ya Hesekê nirxandin, ku yên herî girîng ev in: Nebûna encûmenekî ji bo parêzgeha Hesekê, lawaziya xizmetguzariyan û kêmbûna kadroyên pizîşkî, paşketina xwendinê, destberdana xwendekaran ji dibistanan, kêmbûna mûçeyên mamostayan, nebûna zanîngehan, xirabûna rewşa jiyanê û lawazbûna liv û tevgera li ser derwazên sînorî, ji bilî pirsgirêkên çandiniyê û bazirganiya berheman.
Ebdulletîf bal kişand ser girîngiya xebata ji bo çareserkirina van pirsgirêkan û alîkariya xelkê ji bo baştirkirina şert û mercên jiyanê û rewşa xizmetguzarîyan û ya aborî û daxwaza efûkirina cotkarên Til Ebyedê ji bac û xerciyan kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî