Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê mirina têkoşerê Sûrî yê mezin birêz AbdulKerîm Aldehak, ku duh êvarê (15’ê nîsanê) li bajarê Elselemiyê bi krîza dil çû ber dilovaniya xwedê.
Aldehak, ji demeke dirêj de arasteyek niştimanî ya redkirina hukmdariya rejîmên totalîter bijartibû, û bîr û baweriyên bi pirrengî, demokrasî û wekheviyê, û bi rastgoyî û wêrekî li dijî zordarî û tekaliya rejîmê radiwestiya, û li dema ku rêveberê navenda rewşenbîrî bû, ew navend xistibû navendeke diyalog û danustandin û opozîsyonê.
Têkoşerê xwedêjêrazî xwe ji bo zordariya rejîma Esed netewand. Di destpêka salên heştêyî de hat binçavkirin û pazedeh salan ma di girtîgehên zordarî de, baweriya wî bi pêwîstiya sîstemeke demokrat û piralî ya rûmet û mafên mirovan bo xwe bike karê pêşîn zêdetir dibû.
Bandora Aldehak li ser “Bihara Şamê” û hemû cûreyê tevgera sivîl xuya bû, ku yek ji damezrênerên Daxuyaniya Şamê bû ya di sala 2005 de, û endamê sekretariya wê ya giştî bû, û ma wefadar heta mirina xwe ya nişkav duhî êvarê.
Têkoşerê mezin ma rijd di helwestên xwe de bi şoreşê re, ya ku li benda wê bû, bi tevayî tevlî bû û bawerî bi serketina wê anî, û kar kir ji bo pêkanîna armancên wê bi riya tevger û têkiliyan, û red kir ji bajarê xwe derkeve tevî hemû gef û metirsiyan.
Tê zanîn ku Aldehak ji jidayîkbûyê sala 1936 ye, rewşenbîrekî mezin bû, bi nermî û nêzîkbûna ligel ciwanan û nûjenbûnê naskirî bû, û bi hezaran kes fêrî evîna welat û hizra niştimanî û pabendbûna bi pirensîbên azadî û demokrasiyê dikirin.
Dilovanî ji têkoşer Abdulkerîm Aldehak re û serkeftin ji şoreşa azadî û rûmetê re.
Bijî Sûriya û gelê wê, bi azadî û serbilindî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
16.04.2019