Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Di demjimêrên bûrî de hêzên rêjîma Esed û firokên dagîrkerên rûsî û milîtanên îranî 4 komkujî li Idlib û Helebê pêk anîne, û bombebaranê 35 bajar û bajarok amanc kirine.
Hejmara şehîd û birîndaran her diçe zêde dibe, serjimara destpêkî giha 26 şehîdan piraniya wan jin û zarok in, û 70 kes birîndar bûne.
Tîmên berevaniya sivîl û tîmên bijîşkî di dijwartirîn rewşê de kar dikin çimkî di bombebaranê de yekser ew amanckirî ne, çimkî xalên bijîşkî û nexweşxane ji destpêka şerê rêjîmê li ser miletê Sûrî amanckirina wan sereke ye.
Ji aliyên civaka navdewletî û rêkxistinên navdewletî tê xwestin ko mîkanîzmeke guncaw bibînin ji bo rawestandina komkujiya berdewam, piştî ko şêweyên berê çi sûde nedan di warê nehêlana kujtin û tawankariyên derheqê miletê Sûrî de çêdibin, mijara ko sozên rêkxistinan bo hilgirtina berpirsiyarên wan bo parastina aştî û ewlehiya navdewletî têk çû, û hişt ko ev dezgeha neçar dimîne hember çareserikirina nakokî û milmilaneyên cîhanê, wek dezgeheke mirî bête dîtin .
Ji aliyên kartêker yên civaka navdewletî tê xwestin ko bi berpirsiyariyên xwe rabin, û bilez biryarên ji encûmena ewlehiyê derketine cîbicî bikin, û kar bikin bo agirbestê feriz bikin û rêjîmê bi daxwazên çareseriya siyasî pabend bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Ofêsa Medya û Ragehandinê
28.05.2019