Hêzên rejîma Esed û yên Rûsiya helmeta xwe ya tund li ser bajarok û gundên Gundewarê Idlib, Hema û Helebê berdewam dikin, û deverên niştecîbûnê û bazarên gelêrî û nexweşxaneyan dikine armanc, ku di encam de bi dehan komkujî rû dan û bi dehan xelk jî bûne qurbanî, hevdem ligel tevgereke sînordar ya navnetewî di çarçoveya şermezarkirin û dilgiraniyê de.
Alîkara Sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekgirtî, û cîgira hevrêzkarê hawarçûnê bo karûbarên mirovî Ursula Mueller, di çarçoveya civîna Doh, Sêşemê, ya Encûmena Ewlekariya Navdewletî ya derbarê Sûriyê eşkere kir ku sê milyon kes bi sedema operasyonan li Idlibê asê mane, û bê cih û war in.
Ursula Mueller lêzêde kir ku ji encama şer û topbarana dijî Idlibê , zêdetir ji 160 kesî hatiye kuştin, û zêdetirî 270 hezar kes koçber bûye, û diyar kir ku nivê gelê Sûriyê bûye koçber.
Herweha wê berpirsa Neteweyên Yekgirtî diyar kir ku zêdetir ji 25 dibistanan, herwiha bazar û çend cihên awareyan rastî topbaranê hatine, û da zanîn ku ji 25ê Nîsana derbasbûyî ve 25 êrîş li ser avahiyên tenduristî hatine encamdan, û rêxistina tenduristiya cîhanî ragehandibû ku 22 ji wan zêdetir ji carekê hatine topbarankirin.
Cîgira Sekretêrê Giştî yê( NY) destnîşan kir ku ragirtina prosêsên mirovî li wan deverên ku rastî topbaranê tên li parêzgeha Idlibê; bandor li 600 hezar kesên sûdmend ji van alîkariyan kiriye.
Mueller hişyarî ji berdewamiya operasyonên rejîm û hevalbendên wê li wê deverê da, û da zanîn ku dê ev operasyon rê li ber alîkariya awareyan bigire, û destnîşan kir ku heger êrîşên rejîmê bi vî awayî berdewam bin dê alîkariya mirovî bê ragirtin.
Hêzên rejîma Esed û bi piştevaniya asîmanî ya Rûsiya dest bi helmeteke leşkerî ya tund li ser gundewarên Idlib, Hema û Heleb û Laziqiyê ji dawiya Nîsanê dest pê kiribû, û di encam de 568 sivîlên ku 162 zarok di nav wan de hebûn şehîd ketin, û nîv milyon kes jî aware bûne.
Herwiha Amerîka dilgiraniya xwe derbarê berdewamiya bombebarana rejîma Esed û Rûsiya li ser Bakur nîşan da, û Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagos Doh, Sêşemê got ku welatê wê hêj dilgiran e ji berdewamiya êrîşên asîmanî yên ku rejîm û Rûsiya li ser deverên kêmkirina şer encam didin.
Ortagos lê zêde kir û got ku topbaran jêrxaneya sivîl wek dibistan û bazar û nexweşxaneyan armanc dike, û ev dê rewşê li deverê tevlihev bike, û da zanîn ku ev êrîş” nayên qebûlkirin”.
Jêder:Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê