Tora Sûrî ya Mafên Mirovan (SNHR), îro li roja çarşemê, raporteke nû li ser dezgehên bijîşkî yên hatine armanckirin ji aliyê rejîma Esed û Rûsyayê li bakurê Sûriyê belav kir, û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, da zanîn ku ev yek bi armanca peydakirina zehmetiyan li pêşiya sivîlan e, ji bo bêparkirina wan ji hemû xizmetgozariyan bi armanca koçberkirina wan.
Tora (SNHR) di raporta xwe de tekezî li ser hebûna binpêkirinên mezin li dijî dezgehên bijîşkî kir, ji encama operasyonên topbaranê yên berdewam ji aliyê hêzên rejîmê û Rûsya li ser deverên kêmkirina êrîşan li Idibê û deşta Hemayê.
Raportê diyar kir ku 29 êrîş li dijî navendên bijîşkî hatine pêkanîn, û bi kêmanî çar karmendên bijîşkî hatine kuştin her ji 26’ê meha nîsanê ve, û ragihand ku 15 ji wan bi destê rêjîmê hatine pêkanîn, û 14 din ji aliyê hêzên Rusyayê hatine encamdan.
Raportê diyar kir ku di van êrîşan de, bi kêmanî ziyan gihiştiye 24 navendên bijîşkî, şeş ji wan dikevin di nava mekanîzmaya bêalîkirinê de ya hatiye afrandin ji aliyê Buroya Netewên Yekbûyî ya Kordînasyona Karubarên mirovî.
Tora (SNHR) di raporta xwe de, da zanîn ku berdewamiya armanckirina karsaziyên bijîşkî wê bandorê li jiyana welatiyên sivîl bike, û wê wan tehf bide ber bi derbiderî û koçberkirina ber bi kampan de.
Torê daxwaza rawestandina van êrîşên yasa mirovî ya navnetewî binpê dikin kir, û bang ji bo komkirina piştgiriyê ji bo parastina gelê Sûriyê da, û daxwaza bikaranîna benda heftem û pêkanîna prensîba berpirsiyariya parastinê ya ji aliyê Civîna Giştî ya Netewên Yekbûyî hatiye pejirandin kir.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî