Îro Înê 05.05.2017 civînên Desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê gera xwe ya 33an dest pê kir.
Civînger dê çend mijararên giring û di serî de pêşveçûnên rewşa meydanî û siyasî û ji nav wan jî encamên gera Asîtana ya dawî û danûstandinên Cinêvê û encamên wê û amadekariyên gera dahatî gotûbêj bikin.
Endamên desteya giştî dê êrîşa kîmawî ya Rêjîmê li dijî Xan Şêxûn û êrîşên leşkerî li dijî taxên Elqabûn û Berzê û Xûta rojhilat, hem şerê navxweyî yê di navbera alayên leşkerî daxin ser maseya danustandinê û wan gengeş bikin.
Civînger dê raporta dûmahîkirinê ya serokatî û emîndariya giştî û ya desteya siyasî di dûmahiya gera wê ya nuha de gengeşe bikin. Her weha dê desthilata demkî raportekê li ser encamên karê xwe di dema buhûrî de pêşkêş bike, û bi taybetî piştî ragihandina Yekîtiya Ewropî ji istiratîciya xwe re bo piştgiriya pirojeyên desthilata demkî ya ko pêşkêşkirina xizmetan ji niştecihan re li herêmên xwe armanc dike.
Her weha lîsteya kar hilbijartina desteya serokatiyê ya nû , û Serok û cîgirên wî û emîndarê giştî dinimîne, her weha hilbijartina desteya siyasî ya ko ji 19 endaman pêktê
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî