Desteya siyasî û bi amadebûna endamên desteya bilind ya danustandinan û şanda danustandinkar û şanda rawêjkar, gengeşeya amadekariyên geşta bê ya danustandinên Cinêv ya biryar pê heye ku li 23’ê vê heyvê lidar bikeve kirin, ew civîn li bajarê Stembolê li herdu rojên 15-16’ê adarê berdewam kir.
Û sikirtêrê desteya siyasî Riyad Elhesen diyar kir ku di civînan de gelek mijar û karname yên derbarê rojev û ajandeyên danustandinê yên hatîn ragihandin ji aliyê şanderê taybet Stîvan Dî Mestora, ya dibe xişteya kar ji bo geşta nû ya danustandinan hatin gengeşekirin.
Elhesen bal kişand ku ev karname doseyên pêwendîdar bi şeş heyvan, yên dirustkirina desteya hikumraniya nû û nivîsandina destûrê û helbijartinan û jinavbirina terorê û rêşûnên avakirina baweriyê bi xwe ve digire “.
Elhesen diyar kir ku amadebûyan têbîniyên xwe dan li ser “ne pel”ê ku Dî Mestora di geşta dawiyê pêşkêş kiribû, yê ku piransîpên serekî têde hatibûn”.
Elhesen tekez kir ku ev amadekarî tên di çarçovê zêdekirina piştgiriyê ya Hevbendiya Niştimanî dide şanda danustandinkar ji bo pêkanîna piroseya siyasî ya veguhêz û giştgîr ji bo dabînkirina daxwaz û armancên şoreşê û bidestxistina rûmet û azadiyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî