Sikirtêrê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Riyad Ehesen, daxwaz ji NY kir ji bo peydakirina çareseriyeke vebir û kartêker bo gelek pirsgirêkên ku dikevin pêşya bi milyonan hemwelatiyên Sûriyê derbarê derxistina dîkomîntên kesayetî ku yek ji wan passport in, ku hêjî rijêma Esed wan ji bo kêsjêanîna hemwelatiyan bikar tîne.
Elhesen got “em ji NY daxwaz dikin ku bangewaziyekê bidin hemî dewletên xwe, ji bo pesindkirina pasportên Sûrî yên demên bikarhatina wan derbas bûye, yan sepandina sizayên tund li ser Rijêmê di dema ku bimîne rijd û berdewam li ser kêsjêanîna hemwelatiyan.
Elhesen balkişand ku armanca rijêma Esed ji biryarên derbarê rawestandina dirêjkirina dema pasportan û xwestina pereyên zêdetir ji bo dirêjkirina dema wan, ji bo bidestanîna rewatiya xwe ya navdewletî ye, nemaze piştî ku rewatiya xwe jidest dabû di salên destpêka şoreşê de, û got ku armanca din ew e ku bêhtir serê xelkê Sûriyê bitewîne, bi rêka balyozxaneyên xwe di dema xelk biçin serdana wan, her weha ew dixwaze pereyan bi dest xwe ve bîne ji bo tawanê xwe yên li dijî sivîlan bi berdewam dike.
Nemaze Ku ew passport jêderekî giring in ji Rijêmê re ji bo piştgiriya darayî ji tawanên xwe re, bi taybetî piştî biryara rawestandina dirêjkirina dema pasportan û tenê ji bo xelk pasportên nû derxin bi nirxekî buha ku dighê 800 dolarî.
Navhatî NY berpirsyar dît di ber kiryarên Rijêmê de, ji ber ku heta niha rewatiyê dide Rijêmê, û Rijêm pêwîstiya xelkê Sûriyê bi wan belge û dîkomîntan ji bo qazanca xwe bikar tîne, û balkişand ku ev yek berovajî yasa navdewletî û yasa mirovî ya navdewletî û mafên mirov e ya ku azadiyê dide çûnuhatina hemwelatiyên dewletan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî