Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Nezîr Elhekîm, tekez kir ku hîç nabe Îran aliyekî dabînker be li Sûriyê, û diyar kir ko Rûsya jî xwe wekû aliyekî dabînker diyar kir û hêj miletê Sûrî li benda wê ye ko bi rola xwe rabe û dest ji beşdarbûna bi rêjîmê re di tawankariyan de berde.
Ev gotina emîndarê giştî di hevdîtina xwe ya digel sekretêrê yekem li balyozxana Ispanî li Tirkiyê Xosê Liwîs Santis got, û li ser dawîtirîn pêşveçûnên meydanî û yên siyasî li meydana Sûriyê axivîn.
Elhekîm bal kêşand ser ko Hevbendiya Niştimanî û desteya serokatiyê “hêviya wan di gera dahatî ya Cinêvê de û rola ko Tirkiyê û dewletên Erebî û Emerîka û Yekîtiya Ewropî pê radibin heye”, û bêtir got ko divê “rola van dewletan aktîvtir be”, û herdu aliyan li ser piştgiriya Desteya Bilind Ya Danûstandinan û şandeya danûstandinê lihev kirin.
Herdu aliyan behsa rola Ispanî di avakirin û çareserkirina lezgîn kirin, ji bo pêkanîna pêdiviyên miletê Sûrî, û Elhekîm got ku giring e piştgiriya ji miletê Sûrî re bibe di rêya Hevbendiya Niştimanî û dezgehên wê re be (Desthilata Sûrî Ya Demkî, û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê).
Her weha li hev kirin ko Desthilata Sûrî Ya Demkî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê çend pirojeyan ji desthilata Ispanî re pêşkêş bikin, ji bo piştgiriya wan bike.
Santis jî ji hêla xwe ve pîroziya emîndarê giştî û desteya serokatiyê ya nû kir, û tekezî li ser rola Hevbendiya Niştimanî pê radibe di serpereştiya vê qonaxê de kir .
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî