Hejmarek ji nûnerên rêxistinên civaka sivîl yên Sûriyê li beşek ji civînên gera 33emîm ya desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî amade bûn, bi armanca dîtina karubarên civînan û gengeşeyên niha dibin û rewşa şoreşa Sûriyê û piroseya siyasî.
Ev beşdariya rêxistinên civaka sivîl hat li ser vexwendina ji Hevbendiya Niştimanî hatî pêşkêşkirin, ji bo mikomkirina piransîpên zelaliyê û ferhkirina hevkarî û pişkdariya hevbeş ligel dezgehên Sûrî yên din.
Her ji duhî de ji aliyê amadebûyan ve raporên dawiyê yên serokatî û sikirtariya giştî û desteya siyasî li dawiya xula xwe ya dawiyê hatin dîtin, herwiha hikûmeta demkî raporek derbarê encamên karê xwe yê dema bûrî pêşkêş kir, nemaze piştî ragihandina stratîjiyekê ji aliyê Yekîtiya Ewropa ji bo piştgiriya pirojektên hikûmeta demkî bi armanca pêşkêşkirina xizmetgozariyan bo xelkê navçeyên di bin rêvebirina hikûmeta demkî de.
Di civînê de, guhertin û pêşhatên rewşa meydanî û siyasî hatin gengeşekirin, tevî gengeşekirina derencamên geşta kongirê Astana yê dawiyê û danustandinên Cinêvê û encam û amadekariyên gera bê.
Li êvariya îro, wê endamên desteya giştî desteyeka serokatiyê ya nû helbijêrin, ji serok û cîgirên wî û sikirtêrê giştî, tevî helbijartina 19 endaman ji bo desteya siyasî ya Hevbendiyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî