Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Mihemed Qedah berdewamkirina hêzên rêjîmê û milîtanên Îranî bi piştgiriya asmanî ya Rûsya amannckirina malên niştecihan û navendên xizmetkariyê li parêgeha Dera’ û gundewarê pirotesto kir.
Çalakvanan wêneyên wêraniyeke mezin ya avaniyan ji encama bombebarana rêjîmê û Rûsya belav kirine, diyar kirine ko bombebaran gihiştiye taxên Dera’ Elbeled û Rêka Elsed hem jî bajarê Besra Elşam û Dai’l û bajarokên Elnue’yma û Um Elmeyadin û Elyadûde û Elgariya ya rojava.
Ji encama êrîşên tund, xelkên bajêr li piraniya bajar û bajarokên parêzgehê nikarîbûn nimêja înê doh bikirana, ji ber metirsiya li ser jiyana sivîlan, çimkî firokan komên wan amanc dikirin.
Qedah di daxuyaniyeke taybet de îro tekez kir ko binpêkirinên rêjîmê û piştgirên wê hiştin ko artêşa Sûrî ya azad li wan vegerîne û berewvaniya sivîlan bike û dibîne ko ew “mafekî rewa ye”, û saxlemiya sivîlên herêmên amanckirî da ser milê civaka navdewletî.
Tê zanîn ko gund p najarokên herêma Ellucat rojhilatê parêzgehê ji destpêka heyva buhûrî ketiye ber bombebaraneke tund bi topa giran, di heman çaxî de ko dorpêçkirî ye û hewildanên têwerdana gund û bajarokan dibe, di encamê de hin qurbanî ketin û rewşin koçberiyê jî derketin.
Wezareta tendiristiyê ya desthilata Sûrî ya demkî di daxuyaniyekê de roja pêncşemê derxistiye amanckirina nexweşxane û bargehên tendiristiyê ji hêla firokên rêjêmê û Rûsya û binpêkirinên wan yên berdewam pirotesto kirin
Wezaretê amanckirina rêjîmê ji destpêka sala nuha de ji çend nexweşxanan re û bikaranîna çekên kîmawî lidijî sivîlan belgeh kiriye. Daxwaz ji civaka navdewletî kir ko guh nede sextenûçeyên ragihandina rêjîmê û berdewamkirina red dike ko sivîlan û navendên tendiristiyê amanc dike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî