Rêveberiya Belgekirina Binpêkirinan û Mafên Mirovan di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, raporta xwe ya mehane derbarê binpêkirinên herî berçav yên rijêma Esed û milîsên PYDe yên terorîst li deverên rizgarkirî di heyva Îlona 2022an de belav kir, û Rêvebiriyê amaje bi wê yekê kir ku hejmara qurbaniyên sivîl 10 şehîd bûn, û hemû mêr bûn, û hejmara birîndaran gihişt 31 kesî, 16 mêr, 6 jin û 9 zarok di nav wan de hebûn.
Û Raporê eşkere kir ku rijêma Esed û hevalbendên wê di ber kuştina 8 sivîlan de (2 zarok û 6 mêr) û birîndarkirina 27 sivîlan de (14 mêr, 6 jin û 7 zarok) berpirsyar bûn.
Û Rapora Rêveberiya Belgekirin û Binpêkirinan, bal kişand ser ku milîsên PYDe yên terorîst bûne sedema kuştina 2 kesan, û birîndarkirina 4 sivîlan, du zarok û 2 mêr di nav wan de hebûn, û birînên wan curbecur bûn.
Û raporê diyar kir ku armanckirina bajar, bajarok û gundên Sûriyê yên rizgarkirî ji aliyê rijêma Esed ve gihişte 144 operasiyonên sereke, piraniya wan bi topxaneyan bûn, di heman demê de encamên armanckirina milîsên PYDe yên têrorîst giha 6 êrîşan, piraniya wan bi bombebarana ji dûr ve bûn.
Û raporê anî ziman ku rijêma tawankar di ber pêkanîna komkujiyekê de, ya ku di dîroka 8ê Îlonê de li gundê Hefsercê pêk hatiye de berpisyar bû, û di encamê de 7 kes şehîd ketin û 15 birîndar bûn, hemû jî sivîl bûn, û rijêma Esed di ber du armanckirinên bi bombeyên goşeyî li derdora gundê Şêx Yûsif li gundewarê Idlibê û derdora rojavayê bajarê Idlibê berpirsyar bû.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî