Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Riyad Sêf, îro roja duşambê li baregeha Hevbendiya Niştimanî ya li bajarê Stembolê, ligel Lara Skarbîta nûnera siyasî ya Yekîtiya Ewropî kom bû.
Sêf tekezî li ser giringiya pêşvebirina pêwendiyan ligel Yekîtiya Ewropa kir, û daxwaza “piştgiriyek razberî ji bo sazkirina serdanên bilez û li ser astên bilind li hemî dewletên Yekîtiya Ewropa kir “.
Sêf balkişand ku serkirdayetiya helbijartî ya Hevbendiya Niştimanî ya nû wê giringiyê bide xurtkirina bawerî û rastgoyê li rex kolana Sûrî.
Sêf di hevdîtina xwe de amaje kir ku ” hin pêşbîniyên erênî hene û niha derfetek heye li pêşya me ji bo em baweriya gelê Sûriyê bi xwe xurt bikin”, û got ku ev yek “girêdayî ye bi pilana 100 rojî, ya ku girêdayî ye bi çaksazîkirina navmala Hevbendiyê û zêdekirina nûnertiya wê û avakirina tora pêwendiyan ligel hemû pêkhate û hêzên kartêker li ser asta civaka sivîl û sendîkayî û leşkerî û şoreşgerî bi rêka peydakirina mîkanîzmeke bi rêkupêk û berdewam“.
Serokê Hevbendiyê cext li ser cîbecîkirina vê pilanê kir, ya wê bibe fakterek ji bo ku Hevbendî bi rolek serekî rabe, û wê karibe tevlî piroseyek siyasî bibe, ku têde daxwazên gelê Sûriyê dabîn bibin.
Sêf sipasiya Yekîtiya Ewropa kir li ser piştgiriya wê ya ji bo hikûmeta demkî, û ew piştgirî giring dît, û nemaze piştî zêdebûna koçber û penaberan bi sedema şerê Beşar Esed û hevalbendên wî li dijî gelê Sûriyê, ku hejmara penaberan bûye bêhtir ji 14 milyon koçber, û ya birîndaran bûye bi sed hezaran.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî