Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmecîd Berekat, pêşwazî li daxuyaniyên Almaniya kir ku tekezîyê li ser pabendbûna wê bi redkirina asayîkirina peywendiyan bi rêjîma Esed re dikin, ji ber ku ev yek hevaheng e bi helwestên Almaniya yên piştgiriya doza gelê Sûriyê re ji bo bidestxistina azadî û rûmetê û veguhertina demokratîk.
Berekat di daxuyaniyeke rojnamevanî de diyar kir ku gelê Sûriyê hêvî dike Yekîtiya Ewropî nekeve nav siyasetên şaş ên hin welatên Yekîtiya Ewropî dişopînin, û tekez kir ku cîbicîkirina biryarên navdewletî yên têkildar bi pirsa Sûriyê re, bi taybetî jî biryarên 2118 û 2254, garantiya bidawîkirina azarên gelê Sûriyê û çareserkirina hemû pirsgirêkên din e, nemaze pêlên berdewam ên penaberiyê.
Berekat bal kişand ser wê yekê ku tenê daxwaza sûriyan niha ew e ku ji Sûriyê birevin ji bo peydakirina ewlehî û paşerojeke baştir ji zarokên xwe re, û anî ziman ku ev yek rewşa ku welat gihaştiyê ji ber terora ku rejîma Esed pêk tîne ye, û matmayîbûna xwe diyar kir ji hewlên hin welat ji bo vegerandina têkiliyên xwe bi rêjîma Esed re û wî wek garantorê bidawîkirina kirîza penaberan dibînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî