Sunday, June 1, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Serokatiyê

Desteya Siyasî dosya kêşe û pêşhatên rewşa Sûriyê gotûbêj dike

May 31, 2024
in Nûçeyên Serokatiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Desteya Siyasî dosya kêşe û pêşhatên rewşa Sûriyê gotûbêj dike

Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî duh, pêncşemê, civîna xwe ya asayî lidar xist, û pêşhatên meydanî û rewşa siyasî di dosya Sûriyê de gengeşe kirin, û karê girûpên kar, deste û nivîsgehan nirxandin.

Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra, ravekirinek berfireh li ser serdana xwe wek serokê şanda Hevbendiyê bo New York û Brûkselê û civînên ku li wê derê ligel nûner û şandên welatan lidar xistine pêşkêş kir, ku têde sedemên rawestana pêvajoya siyasî û pêwîstiya vejandina wê û derxistina wê ji vê rewşê, pêkanîna veguhestina siyasî û cîbicîkirina mukum ji biryara 2254 re hatin gotûbêjkirin.

Di civînan de, El-Behra behsa rewşa penaberên Sûrî, bi taybetî kampaniya handana dijî Sûriyên li Libnanê û tirsa radestkirina hin kesan ji wan ji rêjîma Esed re kir.

Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdulmecîd Berekat, agahî der barê kar û çalakî û dîdarên xwe yên rojnamevanî û serdanên xwe dan desteyê. Her weha kurteyek li ser beşdarbûna xwe di sêyemîn kongireya giştî ya Kombûna Sûriya Pêşerojê li herêmên rizgarkirî ji amadebûyan re pêşkêş kir.

Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdulhekîm Beşar behsa dîdara cemawerî ya ku li kampa Dara Şukranê li Herêma Kurdistana Iraqê roja yekşemê 26/5/2024 lidar xistibû, ku pitir ji 300 kesî ji pêkhateyên curbicur têde beşdar bûn, kir. Di wê civînê de bal kişand ser biryarên navdewletî yên derbarê pêvajoya siyasî li Sûriyê û amaje bi wê yekê kir ku rejîm nikare serweriya Sûriyê û yekitiya wê biparêze. Û haydarî derbarê têkçûna aborî û nebûna ti derfetên pêşketineke aborî dan. Û ji amadebûyan re behsa bernameya Hevbendiya Niştimanî li navçeyên rizgarkirî kir.

Civînê li xwendineke siyasî li ser helwestên welatên beşdar di konferansa Brûkselê de, ku bi axaftinên nûnerên wan de diyar bibûn guhdarî kir.  Her weha pêşhatên rewşa bakurê rojavayê Sûriyê hat gengeşekirin, û behsa rêkarên milîsên cudaxwaz ji bo nûdabeşkirina rêvebirî û şaredariyan û hewildana wan a çesipandina wê dabeşkirina herêmî di bin navê “helbijartinan” de, tevî redkirina piraniya xelkê wan deveran û partî û rêxistinên siyasî ji wan rêkaran re hat kirin. Û beşdarên civînê tekez kirin li ser ku divê giringiya herî mezin bo parastina yekbûna xaka Sûriyê û gelê wê were dan, û redkirina her tedbîrên ku pirojeyên dabeşkirin û cudaxwaz ​derdixin pêş. Her weha tekez kirin ku her peymanek civakî an destûrek çêbibe, divê bi beşdariya berfireh a Sûriyan li hemû navçeyên Sûriyê Ji hemû pêkhate û mezhebên wan be, û nabe ji bo deverekê be an li gor berjewendiyên hizbî û neniştimanî be. Herwiha behsa Sindoqa Başbûna Zû hat kirin û tedbîrên divê jê dûr bikevin bi taybetî mijara bikaranîna Sindoqê wek alavekê ji bo reva ji sizayên li ser rêjîma Esed hatine sepandin.

Amadebûyan dosya mirovî û zêdebûna pêdiviyên serekî yên Sûriyan li navçeyên rizgarkirî, hevdem ligel lawazbûna bersivdana navdewletî, qeyranên piralî li seranserê cîhanê û rewşa buhabûnê li cîhanê gotûbêj kirin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Related Posts

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
Nûçeyên Serokatiyê

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

January 30, 2025
Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
Nûçeyên Serokatiyê

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

January 30, 2025
Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
Nûçeyên Serokatiyê

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

January 29, 2025
Next Post

Der barê “hilbijartinên” şaredariyên rojhilatê Firatê

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.