Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, îro pêncşemê, civîna xwe ya asayî lidar xist, tê de pêşhatên meydanî û rewşa siyasî di dosya Sûriyê de gengeşe kirin, û li raportên ofîs, dezgeh û girûpên kar guhdarî kirin.
Cîgirê Serok Ebdulmecîd Berekat şiroveyeke hûrbîn derarê karê xwe pêşkêş kir, tê de behsa rola Hevbendiya Niştimanî di bûyerên vê dawiyê li dijî penaberên Sûrî li bajarê Qeyseriyê û yên piştî wan li bakurê Sûriyê yê rizgarkirî rû dan kir.
Û behsa peywendiyên ku ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve bi saziyên wê yên cîbicîkar re li deverên rizgarkirî her weha bi desthilatên fermî yên Tirkiyê re pêk hatine ji bo vegerandina ewlehiyê û hesabpirsîna ji kesên êrîşî Sûriyan kirine kir.
Nivîsgeha Hevbendiya Niştimanî ya li gundewarê Helebê şiroveyek der barê beşdariya xwe di aramkirina rewşa navçeyên rizgarkirî de, û hevkariya endamên Hevbendiya Niştimanî bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyê re di civînên bi nûnerên yekîtî û sendîkayan û çalakvanan re pêşkêş kir.
Civîn li ser pêşhatên siyasî û daxuyaniyên dawî yên Tirkiyê rawestiya û li rapora meydanî ya fraksyona leşkerî guhdarî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî