Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, bang da hêzên Esed ku çekên xwe deynin û beşdarîyê di pêkanîna aştiyeke mayînde de li Sûriyê bikin.
El-Behra wiha got: “Em ji hemû kesên ku çekan li dijî îradeya gelê Sûriyê hildigirin re dibêjin, çekên xwe deynin û bibin alîkar ji bo pêkanîna aştiyê.”
El-Behra bang li kesên çek hilgirtine kir û got: “Hevpariya xwe ya bi rabirdûya kuştin û wêrankirinê re bibirrin”, û ji wan xwest ku bibin “beşdarên avakirina Sûriyeyeke azad”.
El-Behra tekez kir ku şoreşa Sûriyê şoreşa dadmendiyê ye, ne ya tolhildanê ye, û hişyarî da wan û got: “Berê xwe nedin mirinê.”
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî