Serokê Hevbendiya Niştimaniya ya Sûrî, Hadî El-Behra, tekez kir ku gelê Sûriyê di demeke dîrokî de ye ji bo avakirina dewleta xwe ya ji bo hemû gelê Sûriyê ye û rêzê li mafên her kesî digire.
El-Behra bal kişand ser wê yekê ku pêwîstîya vê qonaxê bi hişyarî û aramiyê heye, û berpirsyariya dabînkirina ewlehiya welat û avakirina dewleta yasa û dadperweriyê dikeve ser milê her kesî de.
El-Behra tekez kir ku lêpirsîn û dadgehkirin di dewleta qanûnê de, ya ku hemû Sûrî lê digerin û daxwaza wê dikin, dadgehkirina kesê tawankar bi xwe ye, li gorî qanûnê, ne li ser bingeha nijad, ol an mezhebê.
Herwiha El-Behra tekez kir ku “hêza me îro ne bi çek û cebilxaneyên me ye, belku hevgirtin, yekrêzî û pabendbûna me ya exlaqî li hember hev e, ji bo jinûve avakirina tiştê ku Esed wêran kiriye û dabînkirina paşerojeke baştir ji zarokên me re”.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî