Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, tekez kir ko karê herî giring ê Hevbendiya Niştimanî di qonaxa niha de ew e ko piştrast bibe ku kongira niştimanî li ser bingehên saxlem li dar ketiye û komeleyeke damezrîner ku nûneratiya hemû pêkhateyên Sûriyê bike jê çêbibe, piştre Hevbendiya Niştimanî dê dosyayên xwe radestî vê komeleyê bike ji bo encamdana qonaxa veguhêz û radestkirina desthilatdariyê ji gelê Sûriyê re ji bo serkirdeyên xwe bi riya hilbijartinên azad û pak re hilbijêrin, çi yên serokatiyê bin an ên parlamantoyê bin li gor destûra nû.
El-Behra di hevpeyvînekê de li gel SûriyaTV got ku gelek dosyayên Hevbendiya Niştimanî yên divê radestî dewleta Sûriyê bikin hene, û ya herî girîng endamtiya wê wek damezrîner di Sindoqa Qerzdanê ya Nûavakirina Sûriyê de ye.
El-Behra diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî ne partiyeke siyasî ya li desthilatê digere ye, ne jî ji bo ku desthilat jê re were veguheztin e, yan jî xwe di hilbijartinên bê de bike berbijêr, lêbelê ji bo veguhestina desthilatê ji gelê Sûriyê re ava bûye, û got ku rola Hevbendiya Niştimanî yekser bidawî dibe piştî hilbijartina komeleya damezrîner a nûnertiya daxwazên gel dike û berpirsa bicîanîna wan dawazan e.
El-Behra bal kişand ser wê yekê ku piştî avakirina vê komeleyê, Hevbendî dikare bi hemahengiya bi rêveberiya niha re rêxistina xwe bidawî bike da ku dosyayên girîng ên di destê wê de winda neke, ji ber ku ew dosya dê alîkariya rêveberiya nû bikin di hilgirtina barê giran û pêşkêşkirina hin xizmetguzariyan ji Sûriyan re.
El-Behra bang li hemû Sûriyan kir ku li tiştê wan dike yek bigerin, ne tiştê wan parçe dike, û bi hev re kar bikin bi riya dabeşkirina barên giran û bi erênî tevbigerin ji bo rûbirûbûna kêşeyên piştî rûxandina rêjîma Esed tên pêşiya gelê Sûriyê.
El-Behra got ku kongreya niştimanî ya giştî dê hikûmeta veguhêz û komeleya damezrêner pêk bîne, û piştre ev komele dê komîteyeke destûrî berhev bike û dest bi nivîsandina destûrê bike, bi awayekî ku bikare sûdê ji hemû encamên diyalogên ku di navbera Sûriyan de di salên berê de pêk hatine û kaxezên gihiştinê werbigire.
El-Behra bal kişand ser wê yekê ku gelek ezmûnên mîna doza Sûriyê hene, û gelek faktor hene ku bandoreke nerênî li van ezmûnan kirine, divê ji van faktoran dûr bikevin, û tekez kir ku pêwîst e hikûmeta veguhêz û konferansa niştimanî li ser bingeha pirensîpên giştgîrî û pêbawerbûn û ne li ser bingehên mezhebî be ava bibe, da cihê baweriya gelê Sûriyê û li gor daxwazên wî be.
El-Behra tekezî li ser amadebûna Hevbendiya Niştimanî bi hemû pêkhateyên wê ve kir, ku bi awayekî erênî tevbigerin û beşdarîyê di hemû hewlên ji bo bilezkirina proseya veguhestina siyasî bikin, bi rêya karkirina ligel aliyên din ên Sûriyê ji bo bihêzkirina ewlehî, aramî û aştiya sivîl, û beşdarbûna di hilgirtina barên giran ên dabînkirina xizmetguzariyên pizîşkî û civakî de û aktîvkirina sektora karsazî û perwerede û xwendinê.
El-Behra dît ku ku serdanên dîplomatîk ên bo Şamê nîşaneyên erênî ne û divê li ser were avakirin ji bo ku bigihêje danpêdana fermî bi hikûmeta veguhêz a ku dê di heyva adara bê de bê avakirin û di heyama veguhêz de kar û xebatên xwe bidomîne, û got ku ev danpêdan bi gelek gavên qanûnî ve ên pêwîstiya wan bi hevkariya tevaya gelê Sûriyê heye girêdayî ye, ji ber ku tev di keştiyekê de ne û divê bi hev re bixebitin ji bo keştiyê bigihînin peraveke ewle.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî