Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Hadî El-Behra, roja Îna borî, civîneke ji dûr ve ligel berpirsên Ajansa Amerîkî ya Geşepêdana Navdewletî (USAID), bi serokatiya cîgira rêveberê ajansê, Isobel Coleman, ku berpirsa program û siyasetên ajansê û çavdêra ofîsên herêmî yên bi ser wê ve ye, her weha Rawêjkara Siyasetên Abûrî di ajansê de Gel Shwarts beşdar bû.
Wî bi wan re pêşhatên rewşa Sûriyê piştî rûxana rêjîma Esed, amadekariyên berdewam ji bo bidestxistina veguhestina siyasî, pêdawîstiyên mirovî û pirojeyên Biserxwevhatina Zû gotûbêj kirin.
Di civînê de ji aliyê Hevbendiyê de Cîgira Serok Dîma Mûsa û endamên desteya siyasî Ebdil-Ehad Estifo û Enes El-Ebda amade bûn.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra amaje kir ku rûxandina rêjîmê û azadkirina girtiyan dîmenên hovane yên eşkencekirinê û paşguhkirina sîstematîk ji girtiyan re, her weha girtina jin û zarokan û gorên komî ji bo kesên ku di bin îşkenceyê de hatine kuştin û pêwîstîya pêkanîna edaletê û hesabpirsîna ji berpirsan eşkere kirin.
El-Behra diyar kir ku komên leşkerî binesaziyên sereke yên weke stasyonên av û elektrîkê û bankan parastin, ji bilî garantîkirina berdewamiya karê dezgeh û saziyên hikûmetê bi vegerandina karmendan bo cihên wan, ku bû sedema peydakirina xizmetguzariyan bênavber ji welatiyan re.
El-Behra tekezî li ser giringiya pabendbûna bi cîbicîkirina biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê kir ku weke bingehekê ye ji bo proseya veguhestina siyasî , ku bi rûxandina rêjîmê re asteng li pêşiya cîbicîkirina biryarê nemaye û avakirina hikûmeteke veguhêz a berfireh û cihê baweriyê ku ne li ser bingeheke mezhebî be, û nivîsandina destûreke nû û referandumeke giştî li ser wê, û hilbijartinên azad ên dadane bi çavdêriya Netewên Yekgirtî û rêxistinên civaka sivîl gavên sereke yên wê biryarê ne.
Wî her wiha tekezî li ser pêwîstiya birêvebirina alîkariyên navdewletî bêyî ti cudahî kir, ku piraniya wan ji bo projeyên Biserxwevhatina Zû ve têne rêvebirin bi armanca bihêzkirina karînên berhemdana xwecihî.
Ji aliyê xwe ve, berpirsên ajansa USAID behsa giringiya piştevaniya gelê Sûriyê kirin ji bo bidestxistina hêviyên wan ên ji bo azadî, dadmendî û guhertina demoqratîk, û hevahengiya kar ji bo piştgirîkirina aramî û aştiya sivîl, û dabînkirina alîkariyên mirovî ji gelê Sûriyê re, û pêşkêşkirina alîkariyan ji bo bernameyên Biserxwevhatina Zû li Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî