Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, daxwaz ji civaka navdewletî kir ko sizayên ko li ser Sûriyê hatine sepandin piştî rûxandina rêjîma Esed rakin, ji bo piştgiriya miletê Sûrî di vê qonaxa giring ji dîroka welat de were kirin.
El-Behra got: “Em daxwazê ji civaka navdewletî dikin ku sizayên li ser Sûriyê rake, ji ber ku rêjîma tawankar hatiye ruxandin û serokê wê ji welat reviyaye.”
El-Behra tekez kir ku rakirina sizayan dê alîkariya wergirtina piştgirî û veberhênanan bo Sûriyê bike, ku îro pêwîstiya Sûriyê bi piştgiriya hemû bira û dostan heye.
Piştî sala 2011an, bi destpêkirina şoreşa Sûriyê û zêdekirina qebareya binpêkirinên li dijî sivîlan ji aliyê hêzên Esed ve, Amerîkayê, Yekîtiya Ewropî û hin welatên ereb, dest bi sepandina sizayan li ser rêjîma Esed kirin û şêwe û awayên wan bi bûrîna salan re guherîn, ya herî berbiçav “Qanûna Qeyser, ku ji hêla Amerîka ve hatîye sepandin û di sala 2020an de aktîv bû, û “Qanûna Antî-Captagon” 1 û 2 bû.
Ev siza di çarçoweya bersivdana binpêkirinên mezin ên mafên mirovan de ji aliyê rejîmê û sazî û kesên girêdayî wê ve tên, û sizayên darayî û aborî, sînordarkirina çûnûhatina xelkê û sizayên dîplomatîk têde hene.
Amerîkayê, welatên Yekîtiya Ewropayê, Brîtanya, Kanada, Swîsre û Awustralya aktorên herî diyar in di sepandina cezayên li ser Sûriyeyê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî