Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehma, hişyarî da li ser dubarekirina êrîşên asmanî yên firokeyên Rûsî li ser deverên rizgarkirî li Idlibê, hevdem ligel berdewamiya topbarana rêjîma Esed û milîsên Îranî û milîsên Hizbullahê yên terorîst li ser bajar û bajarokên gundewarê Heleb û Idlibê, û amaje kir ku vegera gurkirina leşkerî bandorên wê yên giran li ser herêmê hene.
Rehma got: “Bi dirêjiya salên bûrî, rêjîma Esed û piştgirên wê dest ji rêbaza xwe ya tawan û komkujiyên li dijî sivîlan bernedane, û rijd in li ser armanckirina jiyana sivîlan li navçeyên rizgarkirî.”
Û got ku armanckirina jêrxaneyan (Sentrala Geylanî ya Elektrîkê) û mal û warên sivîlan, ya bû sedema kuştina 3 şehîdên sivîl, nîşana vegera rewşa Sûriyê bo qonaxa berî agirbestê ye, bi taybetî piştî derbiderbûna li herêmên tên bombebarankirin û kombûna hêzên Esed û milîsên mezhebî li eniyan.
Rehma tekezî li ser pêwîstiya bersivdana mirovî ya navdewletî ya lezgîn kir piştî pêlên niha yên derbiderbûnê, ji ber ku ew hevdem e ligel rewşa jiyana xelkê ya xirab ji encama kêmbûna alîkariyên mirovî û têkçûna welatên bexşkar di bicîanîna sozên xwe yên di konferansa Brukselê de dane.
Hêjayî gotinê ye ku firokeyên Rûsî Duşema bûrî dîsa dest bi êrîşên xwe yên asmanî li ser deverên rizgarkirî kirin û heta niha nêzîkî 50 êrîşên asimanî pêk anîne. Û li gor şopînerin meydanî dibêjin, rêbaza bombebarana dutaq bi mûşekên teqîna wan mezin e tê ikaranîn, û ev yek bû sedema wêrankirina Sentrala Geylanî li gundewarê Idlibê û bêparmana bidehan bajar û gudên Deşta Roc ji jêderên ava vexwarinê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî