Alayên artêşa Sûrî ya azad li gundewarê Hema yê rojava û bakur bipêşve çûne û gund û bajarokin nû kontrol kirine û bi dehan alavên rêjîmê û yên milîtanên wê yên ko Îranê piştgiriya wan dike wêran kirine.
Serpereştekî leşkerî yê artêşa azad li gundewarê Hema yê rojava got ku alayên şoreşger doh pêncşembê gundên Iskenderiye, Kewkeb, Şelyût, Qerye, Qelet Şîzer piştî ko berdane hêzên rêjîmê kontrol kirine.
Bêtir got alayên beşdar bûne Til Elebadî başûrê gundê Me’erdis û Til Bizam û beşin fireh ji otostrada “Miherdê Elsiqêlbiyê” û rêbenda Elqeramîta li gundewarê rojava û Medcena Elqemhane kontrol kirine.
Ehrar Elşam û Artêşa Elnesir û Artêşa Eli’ze û Firqa Elwista roja sêşembê 21.03.2017ê şerek li gundewarê Hema yê bakur û rojava ragihandine û heta nuha 21 bajar û gund kontrol kirine, û 12 rêbend û cihên leşkerî û milîtanên bi ser Îranê ve û du firokên cengê ko li firokxana Hema ya leşkerî bûn wêran kirine.
Hejmara kuştiyên hêzên rêjîmê li gundewarê Hemadi sê rojên derbasbûyî de gihaye 150 kuştiyî her weha Şoreşgeran bêtir ji 50 milîtanên bi ser Îranê ve kuştine û dikarîbûn 25 tang û alavên gund û bajarokên Hemayê amanc dikirin wêran kirine.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî