Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê, revandina endamê komîta herêmî ya Partiya Dîmuqrata Kurdistanî-Sûriya û serokê encûmena xwecihî li Dêrikê, ji hêla çekdarên PYD ve pirotesto kir, û ew kirin berpirsyar di ber saxlemiya wî de.
Encûmenê di daxuyaniya xwe ya îro înê 21.10.2016an de, ya ji emîndariya giştî derketiye, tekez kir ko ev kirdeyên kîndar di derheqê serpereştên Encûmena Niştimanî Kurdî û cemawerê wê, dûrî pirinsîbên dîmuqratî û mirovahiyê ne, û ew ê nikaribin wê ji tekoşînê venakişînin heta ko mafê netewî û niştimanî yê miletê Kurd li Sûriyê bidest nexîne, û bandora wan kiryaran, Partiya Yekîtiya Dîmuqrat li ser asta herêmî û navdewletî bitenê dihêle, û hêrs û nefreta milet roj bi roj jê bêtir dike.
Encûmenê doz li PYD kir, ku dev ji van siyaset û kirdeyên ziyanê li Kurd û Kurdayetiyê dikin berde, û daxwaz ji civaka navdewletî û hemû partî û hêzên Kurdistanî kir ko fişarê bidine ser da serpereştên Encûmena Niştimanî Kurdî û hemû çalakvanan berde û zindanên xwe vala bikin.
Hatiye zanîn ku komek çekdarên rûveşartî bi turumbêleke PYD, demjimêr 1:30 piştî nîro roja pêncşemê 20.10.2016an, endamê komîta herêmî ya Partiya Dîmuqrata Kurdistan- Sûriya û serokê encûmena xwecihî li Dêrikê, Elî Ibrahîm, revandin, û ew ber bi aliyekî nediyar ve birin û heta nuha peywendî pêre tune ye.
Jêder: Hevbendî