Pênc welatiyên sivîl roja Yekşemê 22-1-2017 li gundwarê bajarokê Tilhemîs di encama du teqînanan de jiyana xwe ji dest dan.
Ya yekem bumbeyeke çandî ji paşmayên rêxistina DAIŞê bû, bi turimbêla malbata Ebdî de li nêzî gundê Emrî, derdora demjimêr 6ê êvarê teqiya, di encamê de sê kesan jiyana xwe ji dest dan, li gor agahiyên Mesûd Hemîd yê ku piraniyê qurbaniyên teqînê ji malbata wî ne got: ”teqîn li ser riyeke ne sereke rûda, û di encamê de sê kesan jiyana xwe ji dest dan, û sê zarok jî birîndar bûne, û ji bo nexweşxaneya Elhikmê ya li bajarê Qamişlo hatin veguhestin, û jiyana zarokekî ji wan di metirsiyê de ye.”
Di heman rojê de bumbeyek din li ser riya gundê Mircan bi motorsîklekî de teqiya, û di encamê de du kesan jiyana xwe ji destdan.
Tê zanîn ku ev ne cara yekê ye teqînên bi vî şêweyî li gundewarên Qamişlo û Tirbesibiyê rûdidin.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîgeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî