Rojane çalakvanên siyasî, rojnamevan, endam û alîgirên Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS li parêzgeha Hesekê rastî girtin û binçavkirinê tên ji hêla çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD.
Roja Dûşemê 10 nîsanê çekdarên PYD Ferhad Osman endamê xwecihiya Dirbêsiyê ya ENKS li firoşgeha wî girtin , li gor agahiyên peyamnêrê malpera Hevbendiyê.
Di heman rojê li Bajarê Dêrikê Seîd Elî birayê Xalid Elî serokê nûneratiya ENKS li Herêma Kurdistana Iraqê piştî 27 rojan ji binçavkirinê serbest hat berdan.
Li ser vê mijarê Ebdulsemed Xelef Biro endamê emandariya giştî ya ENKS ji malpera me re ragihand ku gef û fişarên PYD dijî çalakvanên siyasî rojnamevan endam û alîgirên ENKS tê da ku tevgera siyasî ya kurd li Sûriyê bi dawî bike û li ser rêbaza rêjîmên totalîter bi tenê bimîne.
Xelef Biro berdewam kir û got ku “tevgera Siyasî ya kurd li Sûriyê ku îro ENKS nûnertiya wê dike wê bimîne û kar û xebata xwe berdewam bike û ne PYD û ne rêjîmên diktator wê karibin vê dozê biçewisînin”.
Tê zanîn ku rojane çalakvanên siyasî û rojnamevan û endam û alîgirên ENKS li hemû bajar û bajarokên parêzgeha Hesekê rastî binçavkirinê tên.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê