Mosko bi amanckirin û bombebarana sivîlan dixwaze plana “koçkirina Niştecihan” pêk bîne, wek ko di salên buhirî li Çîçanistanê kir, gava Niştecih neçar kirin ko dev ji Herêmên xwe berdin bi pêkanîna kuştaran di derheqê wan de piştî ko li himber Şervanan li ser xakê têk çû.
Rûsya sîwaneke asmanî ji Rêjîmê re çêdike. Rêjîm mukur hat ku pir dijware ew karibe hêzên xwe bi endamine nû dagire, ko ev sala pêncan e şerê wî li dijî miletê Sûrî ye. Rûsya hewl dide ko hemû Herêman bike meydanên şer û piştgiriya milet ji Artêşa Sûrî ya azad re bibirre, da tirazûyê li aliyê Rêjîmê biguhere.
Di Çêriya pêşî ya buhirî de Firokên Rûsî êrîşên xwe berdide ser Parêzgeha Idlib, Hema, Hums û Bakurê Parêzgeha Helebê, û piştî nîvê heman mehê Herêmên ko di bin kontrola Artêşa azad de ne li Başûrê Idlib û Başûrê Helebê û Gundewarê Laziqiyê ko piraniya wan Tirkuman in, û heta nuha jî berdewam wan bombebaran dikin.
Berdevkê Emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî birêz Stîvan Docarîk di 03.11. 2015an de ragihand ko 123 hezar û 842 kes ji malên xwe bi seba êrîşên Rûsya li ser Heleb, Hema û Idlibê ji 5 ta 30.10.2015an de koçber bûne.
Gava Çeçanistan piştî rûxandina Sovyetê serxwebûn ragihand lê ev ne bi dilê Rûsya bû. şer di navbera her du aliyan de ji kanûna1 1994 heta Tebaxa 1996an hebû. Şervanên Çeçaniyan hêzên Rûsî têk şikandin di pey re peymana şer-rawestandinê imze kirin. Rûsya ji bo serxwebûna wê erê kir lê sala 1999an Komara Çeçanistan ya otonomî dagîr kir û hêzên xwe yên asmanî xistin şer. Li gora çend jêderan hêzên Rûsî dora 1700 êrîşên asmanî dan ser Paytexta Çeçanistanê Giroznî û herêmên derdora wê di navbera dawiya Tebaxê heta dawiya Eylûlê ya sala 1999an, êrîşan şeş mehan berdewam kirin û bombeyên goşî bikar anîn, bi sedan sivîl hatin kuştin û dora sedhezarî ji herêmên xwe derketin.
Armanca ewan êrîşên Rûsî li dijî sivîlên Çeçaniyan ko fişereke derûnî û laşî bide ser milet da piştgiriya xwe ji şervanên xwecihî bibirrin. Gava ji bo evê yekê têk çû, Rûsya xelk mecbûr kirin ko ji herêmên xwe koçber bibin.
Jêder: Enadol