Wezîrê Birîtanî yê taybet bi karûbarê Rojhilata Navîn “Tobayas Ilod” daxwaz kir ko karwanên alîkariyên hawarhatinê bigihêjin hemû herêmên Sûriyê yên dorpêçkirî, berî civîna gengeşekirinê ya îro li Encûmena Ewlekariyê ya ji bo qeyrana herêmên dorpêçkirî dê lidar bikeve.
Ilod got: “nabe ko dora 400.000 kesî li Sûriyê di bin dorpêçê de dijîn” bêtir got: “Emê bihêlin hûrbîniya civaka navdewletî di civîna îro de li ser astengiyên ko Esed li pêşiya gihaştina alîkariyên mirovî datîne”.
Wezîrê Birîtanî doz ji Rûsya û heçê desthilata wî li ser Esed heye kir, dabînkirina gihaştina alîkariyên mirovî, bê ko astengan li pêşiya gihandina herêmên dorpêçkirî deynin.
Birîtanya tekez kir ew dê bizavên xwe berdewam bike, ji bo gihandina alîkariyên mirovî yên navdewletî dabînkirî bigihên miletê Sûrî.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û hevrikiya Sûriyê berî niha jî, hişyarî dabû der barê bobelata mirovî ya ko gefê li jiyana kesên dorpêçkirî dike ji ber birçîbûn û sermayê. Çimkî Hêzên Esed û Milîtanên Hizbullaha tirorist bajarên Meddaya û Beqîn li Gundewarê Şamê yê Rojava ji çend mehan ve dorpêç kirine, nahêlin ko samanên bingehîn yên xwarinê yên giring ji jiyana 40 hezar sivîlî re bigihên.
Komîta yasayî ya Hevbendiya Niştimanî berî nuha ji Komkara Erebî û Netewên Yekbûyî û Şandyarê Navnetewî yê taybet bi Sûriyê doz kiriye, da bi berpirsiyariyên xwe rabin ji bo ew kesên sivîl ko ji hêla Çeteyên Rêjîma Esed û Milîtanên Hizbullaha tirorist ve li Meddaya û Herêmên din hatine dorpêçkirin, da yekser tevbigerin û sivîlên bêguneh biparêzin û bihêlin yekser karwanên alîkariyên mirovî û yên bijîşkî û xwarinê derbas bibin.
Cîbicîkirina Biryarên Encûmena Ewlekariyê ya hejmar 2139 ya di benda wê ya şeşan de dibêje “hêlana yekser ji dezgehên mirovî re yên bi ser Netewên Yekbûyî ve û şirîkên wê yên cîbicîkirinê ko alîkariyên mirovî bilez û hêmin û bê astengî derbas bibin, ji nav wan jî ko di herêmên nakokiyê re derbas bibin û di sînor re ji bo dabînkirina gihandina alîkariyên mirovî ji bo ew kesên hewcedar.”
Jêder: Hevbendî